Li Amedê ji bo roja zimanê dayikê meşek pêk hat

Li Amedê ji bo roja zimanê dayikê meşek pêk hat

Li Amedê, bi pêşengiya TZP Kurdî bi hezaran kes bi wesîleya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” meşiyan û xwestin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin.

TZP Kurdî bi wesîleya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” çalakiyek lidar xist. Li gel Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, nazmeta BDP’ê ya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û endamên Egîtîm Senê bi hezaran kes li Parka Koşûyolû hatin cem hev û ber bi Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr ve meşiyan.

Li ser navê girseya gel a li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr kom bû Serokê KURDÎ-DER Şaxê Amedê Sabahattîn Gultekîn bi zaravayê Kirmancî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji dema avabûna komarê û vir ve dewlet ji mejiyê xwe yê yekparêz venegeriyaye. Gultekîn destnîşan kir ku vî mejî bi polîtîkayên yekparêziyê hemû ziman qedexe kiriye û hînê jî qedexe dike. Gultekîn got, “Li gel vê yekê jî gelê Kurd ji bo zimanê xwe bide jiyîn têkoşiyaye. Di encama têkoşîna bi salan, zextên li ser nasnameya xwe rakir. Lê belê zextên li ser zimanê Kurdî hînê ranebûne. Zimanê Kurdî ji bo Kurdan xeta sor e. Em dixwazin êdî Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”

DI DEMA HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ YÊN BI OCALAN RE AFÎŞ JÊKIRIN

Piştî Gultekîn endama Desteya Rêveber a Egîtîm-Senê Ozlem Kaçar daxuyanî da û wiha peyivî: “Mejiyê redkar ê netewe dewletê di roja me ya îro de dewam dike. Mînaka vê ya herî berçav ew e, ku di dema hevdîtinên aştiyê yên bi Birêz Ocalan re li Îmraliyê dihat kirin de li Amedê afÎş hatin daxistin û hewl hat dayîn gel were provokekirin.”

Kaçar da zanîn ku zîhniyeta netewe dewlet li dijî sîstema gelan a li Rojava hatiye avakirin e û got, “Lê belê bi statuya li Rojava re, civakên li wir dijîn ji bo çand û zimanê xwe li ser piyan bigire her roj berdêlan didin. Di nava civakeke bi pir çandî û pir zimanî de pêwîste her gel xwedî mafên wekhev bin. Di hişyariya UNESCO ya sala 1999’an de hat diyarkirin ku li cîhanê 2473 ziman, li welatê me jî 18 ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne. Yek ji van zimanan jî zaravayê Kirmanckî (Dimilkî) yê Kurdî ye. Weke Egîtîm Senê emê ji bo rakirina hemû qedexeyan tekoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Di vê çarçoveyê de, di serî de Amed li her qadên em lê birêxistinin, îro 2 saetan me perwerde bi Kurdî dan û bi vî rengî emê hewl bidin daxwaza xwe bicih bînin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

ANF