Li Awistralyayê Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat

Li Awistralyayê Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fosîla ajalê bikîsik rê li ber zanyariyên nû yên derbarê wê malbatê û ajalên tunebûyî yên ji wê malbatê eşkere dike.

Dirindeyê nû vedîtî weke Wakaleo schouteni hatiye binav kirin û ji malbata humbaniyan e, jê re malbata ajalên bikîsik jî dihêt gotin. Ajalên guhandar yên weke kangûrû(cirdîxezal) û koala(hirçolek) endamên malbata humbaniyan in. Ji endamên wê malbatê yên weke şêrê bikîsik dihate binav kirin yek jî Thylacoleo carniflex e û Wakaleo schouteni jî bi taybetmendiyên xwe ji wê cureyê ne ewqas dûr e. Thylacoleo carniflex di nav malbata ajalên guhandar de ajalê ku bi diranên xwe yên pîj û tûj, derbên pirr xurt li nêçîra xwe dida, dihêt zanîn. Thylacoleo carniflex bi qasî 30.000 sal berê jiya ye û bi çûyîna benî adem û zêdebûna li parzemîna Awistralyayê tune dibe.

Lêkolîner diyar dikin ku Wakaleo schouteni 19 mîlyon sal berê tune û ajaleke piçûk bûye. Herçiqas cureyên din yên ji malbatê li der û dora 130 kîloyê û ji bo benî adem xeteriyeke mezin bûne, cureyê nû bi qasî kûçikekî mezin û kêmzêde 23 kîlo bûye. Lêkolîner bi vedîtina fosîla cureyê nû tevliheviyên li ser wê malbatê berteref kirine. Şêrê bikîsik bi qasî 25.000 mîlyon sal berê li parzemîna Awistralyayê jiya ye. Profesor Anna Gillespieyê li zanîngeha New South Wales paleontolog û rêvebira xebatê ye wiha dibêje; “A rast, me qet jê bawer nedikir ku em bi fosîla bidest xistî, zanyariyên ewqas berfireh û girîng yên derbarê wê malbatê de vebînin. Gumana me jê nîne ku malbata şêrê bikîsik kokên xwe ji dem û dewranên dûr û dirêj wergirtiye.”

Gilliespie û lêkolîner din xebatên xwe li ser diranên cureyê nû pêk anîne û ji diranên Wakaleo schouteni dihêt dîtin ku ji cureyên din pirr hovtir bûye. Dîsa dihêt zanîn ku li parzemîna Awistralyayê demeke pirr dirêj şêrê bikîsik weke dirindeyên pirr hovber serweriya xwe berdewam kirine. Ji ber nêçîrvaniya benî adem û veguherîna avûhewayê pirraniya curêyên wê malbatê tune bûne.

Çavkanî: The Independent