Li Bakûrê Kurdistanê BDP, li bajarên Tirkiyê HDK

Li Bakûrê Kurdistanê BDP, li bajarên Tirkiyê HDK

Hilbijartinên herêmê yên Tirkiyê dê meha Adara 2014’an pêk bihêt. Ji niha ve amadekarî û plansaziyên hilbijartinan dihête kirin. Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) jî stratejiya hilbijartinên herêmî ya 2014’an di meha Adarê de pêk bên, aşkera kir. Li gorî vê yekê dê li Tirkiyeyê HDP û li bajarên Bakurê Kurdistanê BDP bikeve hilbijartinan.

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) der barê stratejiya hilbijartinên herêmî ya 2014’an û feraseta rêveberiyên herêmî li salona civînê ya Cezayîr Restorantê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de stratejiya hilbijartinê hat aşkerakirin, endamên lijneya rêveberiya HDK’ê, hevserokên HDP’ê, parlamenter tevli daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta ku li ser logoya HDP û BDP’ê hatiye bi cih kirin û nivîsa ’Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin’ hatibû nivîsîn, hat daliqandin.

Endama lijneya rêveberiya HDK’ê Betul Çobanoglu beyanameya HDK xwend û diyar kir ku dê li hemû deverên herêmî yên Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Çobanoglu got ku li Bakurê Kurdistanê BDP, li rojavayê Tirkiyeyê HDP dikevin hilbijartinan.

Eve jî beyannameya HDK ye:

“Weke Kongreya Demokratîk a Gelan, me gotûbêjên xwe yên çend meh berê ji bo stratejiya hilbijartinê dabûn destpê kirin bi dawî kirin û îro dest bi xebatên hilbijartinên herêmî dikin. Hemû pêkhateyên HDK’ê dê bi îdîaya qezenkirina tevahiya qadên rêveberiyên herêmî yên li Tirkiyê tev li hilbijartinan bibin.

Em li herêmê bi BDP’ê li rojava jî bi HDP’ê beşdarî hilbijartinan dibin. HDP û BDP dê bibin navnîşana me ya hevpar ji bo em îdîaya xwe ya polîtîk bicih bînin. Serketina her du partiyan, dê bibe serketin û desketiyên me yên hevpar.

Hemû xebatên hilbijartinê yên mîna rêxistinbûyîn, propaganda, diyarkirina namzetan, dê ji aliyê tevahiya pêkhatiyên me partî, komên siyasî, rêxistin, jin, kesayetên serbixwe, komên bîr û baweriyan, tevgerên ciwanan, nûnerên nasna û çandên cuda bên diyarkirin û meşandin.

Em bi biryar û xwedî îdîane ku yek ji polîtîkayên bingehîn ên HDK’ê; rêveberiya li cih û di cih de, têgihiştina rêveberiya xweser û demokratîk, di vê pêvajoya hilbijartinê de biafirînin û bi pêş bixînin. Em ji xwe bawerin ku weke civata HDK’ê ezmûnên xwe yên ji 100 şaredariyên beriya niha bi dest xistibûn, hîn bi pêş ve bibin.

HDK, di serî de pirsgirêka Kurd dixwaze ji hemû pirsgirêkên bawerî û nasnameyan re çareseriyek li ser bingeha yekitiya demokratîk, wekhevî û huqûqa xweseriyê bibîne û bi vê têgihiştina xwe re dê bibe navnîşana çareseriya demokratîk. Li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnan, emê di yekitiya wekhevî, azad û ji dil a gelan de, israr bikin.

Serketina BDP û HDP’ê ya di van hilbijartinên herêmî de bi dest bixin, dê ji bo yekitiya ji dil, demokratîk, azad û wekhev a gelan re bibe garantiyek. Dîsa serketina BDP û HDP’ê dê weke garantiyeke çareseriya demokratîk û aştiyê, civaka Tirkiyê gaveke din nêzî aştiyê bike, biratiya gelên li Rojhilata Navîn bi pêş bixe û xurt bike.

Li hemberî sekna perçeyî û belawela ya mûxalefeta demokratîk a li Tirkiyê, li dijî partiyên siyasî yên otorîter, rantxur û statukoparêz, HDK dê ji rêveçûna bêalternatîfbûyîna civakê re bêje “raweste” û dê bi xwe bibe alternatîfa demokratîk.

Niha dem dema têkoşîna hevpar û mezinkirina alternatîfa serketina bi hev re ye. Dem dema yekbûna hêza tevgerên hawirdorparêz, ekolojîk, rêxistinên Elewiyan, tevgerên jinan, rewşenbîran, sendîka û karkeran, tevgerên ciwanan, rêxistinên pişeyî, komên baweriyên cuda, rêxistinên astengdaran, teqawît û bêkaran, hunermend, rêxistinên LGBT, komeleyên herêmî yên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên nasname û çandên cuda ye.

ARMANCÊN ME GELEKÎ DIYAR IN:

– Afirandina rêveberiya li cih û di cih de, avakirina modêleke demokratîk a rêveberiyên herêmî, bi vî rengî xurtkirina demokrasiya herêmî û sîstema îdarî ya meclîsên xweser ji aliyê tevahiya civakê ve bê pejirandin têkoşîn bê dayîn,

– Li gorî pîvanên demokrasiyê, afirandina modêla rêveberiya herêmî ya tevlêkar,

– Afirandina Şaredarvaniyek ku butçeya wê gel bi xwe diyar dike û pêşî li rant, dizî û taşeronî digire,

– Di rêveberiyên herêmî de, serdestkirina wekheviya zayendî û nêzîkatiya civaka ekolojîk,

– Rawestandina polîtîkayên veguherîna bajarvaniyê yên gel mexdûr dikin,

– Ji bo zarok û astengdar karibin bi hêsanî tev li jiyana rojane ya bajêr bibin derfet werin afirandin,

– Li qada gelemperiyê, pêşîvekirina li bikaranîna zimanê dayikê û pêşxistina Şaredarvaniya pirzimanî,

– Di şûna polîtîkayên aboriyê yên herêmî yên neo lîberal de, pêkanîna polîtîkayên civakî…

CIHÊRENGIYA ME NEZÎKATIYA JINÊ YE

Yek ji bingehên stratejiya me ya hilbijartinê jî dê nêzîkatiya jinê be. Lêgerîna wekhevî û azadiyê ya jinan, dê di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de mora xwe li kampanya me bixe. Serketina jinê dê serketina hilbijartinê be. Polîtîkayên me yên rêveberiyên herêmî, dê bi jinan û rêxistinên jinan re bi nêrîna jinê bê avakirin. Emê pîvana rêveberiya herêmî ya xwe dispêre jinê û herêmî, bi beşdariya aktîf a jinê, bicih were anîn. Emê namzetên jin li gel jinan diyar bikin, emê li her qadên rêveberiyê cihekî wekhev bidin temsîlkariya jinê.

EM ALTERNATÎFA YEKANE YA DEMOKRATÎK IN

HDK bi rêxistinbûyîn û polîtîkayên xwe re hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilata Navîn modêleke girîng e. Yekemcar e em ewçend bi dorfirehî û bi modêleke nû beşdarî hilbijartinan dibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li nava civakê bi rêbazên demokratîk, alternatîfa yekane ya demokratîk û yekitiyê em in. Em ji xwe bawerin ku rêveberiyên demokratîk ên gel û herêmî ava bikin û bi biryar in. Emê destûrê nedin ku enerjiya têkoşîna demokratîk a Tirkiyê bi bendan bê astengkirin.

Banga me ji alîgirên demokrasî, wekhevî, edalet, aştî, ked û azadiyê re ye, banga me ji bo tevahiya mirov, rêxistin û saziyên ji bo van nirxan têdikoş in e: Werin em pêşeroja xwe ya demokratîk bi hev re ava bikin…

Werin em bingeha xwe ya xurt a yekitiyê bi ked, demokrasî û têgihiştina xwe ya azadiyê bi pêş bixin, mezin bikin. Werin em siyaseta herêmî ji pevçûn û tengezariyên ne demokratîk rizgar bikin.

Werin em bi hev re têbikoşin. Bi hev re bi ser bikevin. Bi hev re bi rêve bibin û biguherînin…”

Jêder ANF