Li Berlînê xwepêşandan, birîndar hene

Li Berlînê xwepêşandan, birîndar hene

Li Berlînê xwepêşandan, birîndar hene
Roja Şemîyê li Berlînê Kurdên ji bo rewabûna YPG, YPJ û PYD meşiyan pêşî rastî êrîşa tirkên nîjadperest paşê jî rastî êrîşa polîsên Elman hatin.

Li gorî zanyarîyên ji beşdarvanên meşê hatî girtin;
Meşa ji pêş Şaredarîya Tiergarten destpêkirî bi beşdarbûna nêzîkî 700 kesî berdewam kir. Di destpêkirina meşê de nîjadperestên Tirk êrîşî Kurdan kirin. Piştî puçelkirina êrîşa faşîstan, bi boneya hildana aleya YPG û PYD polîsên Elman dest avêtin meşê. Di encama alozî û dijî derketina xwepêşanderan yek giran 11 kes birîndar bûn.

Jina Kurd ya wekî nûnera Ewrûpayê ya Federasyona Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê hate zanîn derbirîna û got ku PYD li gel Elmanya di nava hêzên hevpeyman yên dijî DAÎŞ ê de ne û diyar kir ku ewana ji ber vêya tu wateyê nadin vê êrîşê.
Herweha nûnera FBSD diyar kir ku wekî PYD ewana dê bi rêkên fermî dozê vekin û li kiryarên bûyerê bipirsin.

Li gorî nûçeya di Tagesspiegel a Elmanî di meşê de nêzîkî 20 alên qedexekirî hatine hildan û di dirûşman de jî gotin û nivîsên qedexe hatine bangkirin.

Li gorî nûçeya medya Elmanî polîsan dema xwestine van aleyan ji destê xwepêşanderan werbigrin, kesên al di destê wan de bi darê Alê li polîsan xistine.

Li gorî zanyarîyên polisa ragihandî 112 kes bo çavdêriyê hatine girtin dijî 74 kesan ji ber tawana êrîşa dijî karmendê dewletê, birîndarkirin, giran birindarkirin, xwestina berdana girtiyên dîtir ceza ji wanre tê xwestin.

Piştî bûyerê hişk nêzîkbûna polîsan dijî xwepêşanderan bi rêka hindek vîdeoyên di torbendên civakî de hatî belavkirin ji aliyê kurdan ve bû xala şermezarkirin û rexneyê.

Olana bûyerê hîna berdewame. 

Rewanbej.net