Li Bexdayê di encama êrîşa kerxaneyekê de 12 kes hatine kuştin

Li Bexdayê di encama êrîşa kerxaneyekê de 12 kes hatine kuştin

Li gorî nûçeya El Arabiye, li bexdayê navçeya Zayuna êrîş birin ser kerxaneyekê. Di encama êrîşê de 7 jin û 5 zilam hatine kuştin.
Ji aliyê hindek kesên ku nasnameya wan ne diyar ve êrîşa çekdar li ser kerxanê hate kirin. Sala bihurî jî 22 yê gulanê êrîş li ser heman kerxanê hatibû kirin û dîsan di encama êrîşê de 12 kes hatibûn kuştin. Tê diyarkirin, dibe ku komên alîgirên şerîetê ev êrîş pêk anîbin.

rewanbej.net