Li Brukselê li ser Rojava û pêşeroja wê konferans pêk hat

Li Brukselê li ser Rojava û pêşeroja wê konferans pêk hat

Enstîtuya Kurd a Brukselê li Senatoya Belçîkayê bi mijara “Rojava û pêşeroja wê” konferansek organîze kir û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji Rêxistina Doktorên Sînornenas Bern Koûchner, Serokê Info-Turk Dogan Ozguden, ji Komîteya Guhertina Demokratîk Kahled Issa, ji Vrede vzw Lûdo de Brabander, nûçegîhanê şer ê televîzyona VRT Rûdî Vranckx weke axaftvan beşdar bûn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di axaftina xwe ya li konferansê de diyar kir ku hêzên herêmê ji ber rêveberiya xweser û demokrasiya li Rojava derdikeve holê, aciz in.

Di konferansa bi moderatoriya Senatorê Federal ê Belçîkayê Karl Vanlloûwe de, tevî Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî zêdeyî sed vexwende lê amade bûn.

DEWLETÊN HERÊMÊ KURDAN NAS NAKIN

Dr. Xaled Îsa destpêkê mafê axaftinê wergirt û bibîr xist ku Kurd ye ji gelên herî kevnare yê herêmê ye û got, “Îngilîstan û Fransayê li dû 1. Şerê Cîhanê dema Sûriye ’Serbixwe” kirin, gelên din ên li welêt dijîn, ji nedîtî ve hatin. Mînak li Sûriyeya ku ji sedî 20’ê wê Xiristiyan bû, ev rêje niha ji sedî 8 e.

Li dû damezrandina dewleta Sûriyê, hemû hikûmetên Sûriyê li hemberî herêmên Kurdan siyaseta Erebkirinê dan meşandin. Lê belê li hemberî vê Kurdan xwe parastin.”

Îsa ragihand ku PYD ya di sala 2003’an de ava bû, di çarçoveya bernameyekê de ji bo mafên gelê Kurd ê hatiye înkarkirin biparêze dest bi têkoşînê kir û destnîşan kir ku li dijî karên PYD’ê yên li Rojava, rejîma Esad dest bi pêla girtinê kiriye û heta sala 2012’an bi hezaran PYD’yî li girtîgehan bicih kiriye.

Îsa anî ziman ku rejîmên herêmê gelê Kurd mîna gelekî jî qebûl nakin û got, “Eger qebûl bikin, dê ev yek bê wateya naskirina mafên Kurdan.”

Dr. Xalid Îsa bal kişand ser şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, “Têkoşîna jinan cihê kêfxweşiyê ye.”

’TIRKIYE LI HUNDIR Û DERVE DIJMINÊ HER KESÎ YE’

Li dû Îsa Dogan Ozguden mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku beriya 40 salan hemû dewletên cîran û mûxalefeta çepgir a li nava welêt, ji bo Tirkiyê dijminê dewletê bûn. Ozguden anî ziman ku ji ber van şert û mercan bi hezaran Asûrî, Suryanî, Ermenî û Kurd neçar man Tirkiyê biterikînin û wiha peyivî:

“Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya ’bi cîranan re polîtîkayeke sifir pirsgirêk’ meşandiye, lê ev polîtîka li dû Bihara Ereb têk çûye. Di roja me ya îro de rewş gelekî cuda ye, di sala 2010’an de bi saya serketinên leşkerî yên tevgera Kurd, dewleta Tirk pêşniyarên aştiyê yên Abdullah Ocalan qebûl kir.

Li dû destpêkirina xwepêşandanên li Sûriyê, Serokwezîrê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan polîtîkayeke dijberiya Esad şopand û bi awayekî vekirî destek da rêxistinên çekdar ên li Sûriyê. Erdogan timî bû şopdarê xeta polîtîk a sûltaniyê dixwaze.”

REWŞA MEDYAYÊ

Di beşa “Rola Medyayê” de aktîvîstê têkiliyên navneteweyî Lûdo de Brabander mafê axaftinê wergirt û got, “Erebîstana Siûdî li Sûriyê xwedî roleke gelekî girîng e, ji xwe Erebîstana Siûdî bi awayekî vekirî alîkariya çek û pereyan dide komên Îslamîst ên radîkal ên li Sûriyê. Gelo çima Siûdî alîkariyê dide komên radîkal?

Sûriye dostê Îranê ye û Îran jî dijminê Erebîstana Siûdî ye. Siûdî dixwazin tevî Îranê Sûriye û Lubnanê ji holê rakin.”

Ji televîzyona VRT Rûdî Vrancks di dema Bihara Ereb de behsa çavdêriyên xwe yên li herêmê kir. Vranckx guhertinên li Misrê bi gotina “mîna fîlmekî bû” anî ziman û ezmûna medya Ewropayê ya bi Sûriyê re rexne kir.

Vranckx ragihand ku ew çûye Sûriyê û diyar kir ku rojnamevan ji herêmê hatine dûrxistin û rojnamevanek jî li cihekî nêzî wan hatiye kuştin. Vranckx anî ziman ku sedema nexwestina rojnamevanan ew e ku rejîm naxwaze kes bi bûyerên li welêt diqewime bihese.

SALIH MUSLIM: JI DEMOKRASIYA ME DITIRSIN

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi gotina “Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamyayê ye” dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku rejîma Sûriye û dewletên herêmê hewl didin ser vê rastiyê binixumînin û dixwazin zimanê wan ê dayikê bi wan bidin jibîrkirin.

Muslim diyuar kir ku hêzên herêmê ji rêveberiya xweser û demokrasiya li Rojava derdikeve holê aciz in û got, “Cîhadîstên Selefîst ajotin ser me, ji demokrasiya xweser a gelan aciz bûn. Kurd û gelên din ên li Rojava dijîn, ji bilî parastina xwe, gelo çi tiştê din kirin. Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Qatar, di serî de El Nûsra çiqas rêxistin û organîzasyonên terorîst hene, ajotin ser me.”

Muslim da xuyakirin ku pêwistiya gelê Rojava bi alîkariyê heye û got, “Pêwistî bi doktoran, ekîpmanên tenduristiyê û xwarinê heye. Em bûyerên li Rojava diqewime ji cîhanê re vedibêjin. Bi vê armancê 2 caran çûm Tirkiyê, min xwest pêşî li êrîşên selefîstan bigirin, lê belê Serokwezîrê Tirkiyê bi vê mijarê re eleqedar nebû. Dema me xwestin ku Kurdan û rêveberiya Rojava nas bikin, anî ziman ku ewê vê qebûl nekin.

Armanca me avakirina demokrasiyê ye, em vê yekê ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Sûriyê dixwazin.”

ANF