Li Burkina faso di encama êrîşa li dijî xwaringeheka tirkan de 18 kes hatin kuştin

Li Burkina faso di encama êrîşa li dijî xwaringeheka tirkan de 18 kes hatin kuştin



Li Welatê Efrîqa Burkina Faso şevîdî 4 kesan êrîşî xwaringeheke tirkan ya bi navê. \"Ezîz Istanbul\" û misteriyên wê kirin.
Piştî êrîşê di beyna êrîşker û hêzên ewlekariyê de şer derket.

Tevî du êrîşkeran 18 kes hatine kuştin û nêzîkî deh kesan jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan kesek ji kuştîyan tirk bûye.

Li gorî ragihandina Hêzên ewlekarîyê êrîş ji aliyê misilmanên tundraw ve pêk hatiye.

Beriya neha jî êrîşên weha ji aliyê El Qaide ve pêk hatibûn.

Tê gotin qurbanîyên êrîşê piranîya xwe Firansî ne.