Li cîhanê hejmara cixarkêşan gihaye mîliyar kesî

Li cîhanê hejmara cixarkêşan gihaye mîliyar kesî

Li cîhanê hejmara kesên ku cixarê dikşînin her dem zîdetir dibe û vê gavê hejmara wan digihêje mîliyar kesî, zaniyarên han roja çarşemê ajansa Bî-Bî-Sî ku xwe sipartiye danayên lêkolînvanên Amerîkî ragihand

Li cîhanê hejmara kesên ku cixarê dikşînin her dem zîdetir dibe û vê gavê hejmara wan digihêje mîliyar kesî, zaniyarên han roja çarşemê ajansa Bî-Bî-Sî ku xwe sipartiye danayên lêkolînvanên Amerîkî ragihand. Li gor danayên lîkolînvanên Zanîngeya Waşîngtonê `Înstitute for Health Metrics and Evaliation` di sala 2012 di rojê de 967 miliyon kes cixarek dikşandin, lê di sala 1980 di cîhanê de 721 miliyon cixarkêş dihatin hejmartin. Li gor danayên pisporan yên ku 187 dewlet lêkolînkirine diyarkirin ku her çiqas hukmetên wan dewletan tedbîrên hişk li hember cixarkêşiyê girtine jî, hejmara kesên ku titunê bikartînin kêmtir nebuye. Yek ji profesorên zanîngeyê Christopher Murray diyarkir ku `her çiqas serkeftinên mezin li hember cixarê bi saya tekoşîna li dijî titunê hatine destxistin, hîn gelek tişt pêwîste bê kirin`. Herî zêde cixarekêş di nav şêniyên welatê Rojhilata Tîmorê ya Başurê-Rojhilatê Asiyayê hatiye tomar kirin. Cîhê duyemîn Endoneziya digire, cîhê sêyemîn Kîrîbatî, Ermenîstan –cîhê çaramîn, Papua Gvîneya Nu cîhê pêncane. Herî kêm cixare li welatên wek Antîgua û Barbuna, Nîceriya, Efiopiya û Ganayê tê kişandin.