Li Cilbirê ya Efrînê 11 kes hatine kuştin 6 jê zarokin

Di encama êrîşa asîmanî ya dewleta terorist ya Tirkiyê de li gundê Cilbira girêdayî Efrînê 11 kes hatine kuştin. Di nava vana de yek jin 6 zarok ji malbatekê hatine kuştin.
Artêşa terorist ya Tirkiyê dihunê bi 72 firokên şer Efrîn û gundên Efrînê bombebaran kirin. Di encama vê êrîşê de ji xelkên sivîl mirov hatine kuştin. Li gorî zanyariyên ji deverê tên artêşa tirkiyê xwestiye bi rêka bejayê jî têkeve erda Efrînê lê belê di encama lêdan û şerê şervanên Kurd de kuştiyên wan çêbûne û nekarîne pêşve bên.
Navê hindek kesên li gundê Cilbirê ji aliyê teroristan ve hatî kuştin.
Rehef Hesen(33), zarokekî yeksalî baby Waêl Hesen, Hedîl El Husên (10), Xaliye El Husên (8), Selme El Husên (6), Mesab El Husên (6), Ehmed El Husên (17).