Li dijî Partiya nijadperest ya Tirkiyê êrîşa çekdarî pêk hat

Li dijî Partiya nijadperest ya Tirkiyê êrîşa çekdarî pêk hat

Partiya Nijadperest ya Tirkî MHP di kombûna ji bo hilbijartina de ji aliyê komek kes ve rastî êrîşekî dar, ber û çek hat. Di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûn.
Li Esenyurta Stenbolê li pêş ofîsa MHP hindek kesan bi gelek amurên lêdan û kuştinê êrîşî koma MHP kirin. Di nava êrîşkeran de yên bi çek êrîş kirî jî hebûn û di encam de du kes bi guleyên ku hatî avêtin birîndar bû. Parlementerê MHP yê Stenbolê Celal Adan daxuyaniyek da û got ku dijî wan êrîşa çekdarî pêk hatiye û 6 kes ji wan birîndar bûne û yên ku rewşa xwe giranin jî hene.

 

Partiya Nijadperest ya Tirkî di çewisandin, perçiqandin, tunekirin, kuştin, asîmîlasyon û gelik dijminatiyên dijî Kurdan de di dîroka Komara Tirkiyê de xwedî dewrekî diyar e.

rewanbej.net