Li Dunaysir a ser bi Mêrdînê ve terembêlekê li jinekê xist

Li Dunaysir a ser bi Mêrdînê ve terembêlekê li jinekê xist

Li Mêrdîn ê Dunaysir ê terembêlê li jineke peyade xist, jina 64 salî di ciyê bûyerê de jiyana xwe jidest da.
Îro li Dunaysir ê ya ser bi Mêrdînê ve terembêla ku hîna ajovanê wê ne diyar ya bi hejmara 47 PC 084 dema di rêve diçû li jina bi navê Cemile Saruhan(64) ku derbasî aliyê dî rêkê dibû xist û jina peyade di ciyê bûyerê de jiyana xwe jidest da.

Komek ji nişteciyên Dunaysir ê ji ber sedema ku di bajêr de pir û rêjên jêr û jor û lempe nînin çalekiya rûniştinê lidar xistin. Qeymeqam Erdoxan Turan Ermis û Serokê Şaredariya Dunaysirê Ferhan Turk li gel kesên ku rêk girtî axifîn.

 

Rewanbej.net