Li Efrînê çi dibe?

Li Efrînê çi dibe?

Dihunê teroristên tirk bi hêza xwe ya hewayî, li gorî derbirînê wan bi 72 firokên şer êrîşî Efrînê û dewrûberê wê kirin.
Eve demeke dirêje ku serokteroristê dewleta Tirk Erdoxan gefa li gelê Kurd û bajarê Efrînê dixwe. 
Ji bo vê yekê jî di vê dema dawî de, li gel Rûsya û hindek welatên Ewrûpayê di nava peywendiyêda bû.


Beriya tevgera dijî Efrînê çi pêk hat?

Komara dagirker ya tirk li gel Rûsya peymana kirîna mûşekên S-400 pêk anî. 
Vê dawiyê di 5 ê vê mihê de jî Erdoxan serdana Serkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir û li gel wî jî rêzepeyman pêk anîn. Di nava van peymanan de jî kirîna pergalên mûşekan hebû. 
Welatên Yekgirtî yên Emerîkayê jî beriya bi çend rojekê bang li hemwelatiyên xwe kirin, da ku geştûguzariya bajarên Bakurê Kurdistanê nekin. 
Rûsya hêzên xwe ji Efrîn û deverên derdorê vekişandin. 
Piştî erêya rûsya, bêdengiya Emerîka û berjewendîxwaziya Elmanya û Fransayê dewleta terorist bi hêzên xwe yên asmanî paşê jî bi hêzên bejayî ve êrîşî erda Rojavayê Kurdistan, devera Efrînê kir. 
Emerîka got referandûmê betal bikin, Kurdan nekir Emerîka destûr da Kerkuk têkeve destê Îraq û îranê. Rûsya xwest Efrîn radestî rejîma Sûriyê bête kirinê lê PYD nehişt îcer Rûsya destûr da tirkî û çeteyên wê êrîş bikin. Careka dîtir aşkere bû ne Emerîka, ne jî Rûsya tu carî tiştekî xêrê ji Kurdan re naxwazin. 

Êrîşa teroristan li ser Efrînê 
Ji ber ku Efrîn bajareke û şûnwarekî mirovane, di encama êrîşên hovan de ziyan dît û çend mirov di encama êrîşa dirinde de şehîd ketin. 
Lê belê êrîşên artêşa terorist yên bejayî rastî pêşbendiya şervanên Kurd hat û îro li gorî zanyariyên ji aliyê YPG ve hatî dayîn 4 leşker û 10 jî çeteyên nokerên wan hatine kuştin. Şer hîna jî bi dijwarî berdewame. 

Kurteşireveyek li ser şerê li Efrînê
Piştî destpêkirina êrîşa terorîstên Tirk, hemî medya tirkiyê, hemî siyasetvan, qaşo hunermend, tîmên gokê, kesên qaşo aqilmend, bi hemî girse û aliyên xwe ve gelê Tirkî dijî Kurdan kete nava tevgerê û kete nava helmeteka medyayî û devkî. Eve jî bû sedem, gelê Kurd bi helxelitê û dîsan têkevê nava diltengiyê. Lê belê rewş ne wisaye. Tirk bi taybet jî ji bo raya xwe ya giştî ya navxweyî ev tevger destpê kirin. Da ku qirêj û gemara dadgeha Reza Zarrap ya li Emerîkayê zêde bêhn nede û gelek sedemên dîtir yên navxweyî. 
Wekî dîtir jî Dewleta Tirk ji ber li himber xwe hêzeke tekuz ya Kurdan nabîne wekî gurê har her ku derfet dibîne erîşî Kurdan dike, bajarê Kurdan dişewitîne û talan dike. 
Bêguman dê artêşa terorist di Efrînê de şikestê bixwe. Lê belê vêna tu carî aşkere nakin û dê bo xwe û tirkên ehmeq û ker wekî serkeftin rave bikin. Tirk bibin bikevin jî eve bo Kurdan sedî sed nabête serkeftin ji ber ku parestina Efrînê tenê nabe serkeftin. Seranserî sînorê Tirkiyê û rojava piraniya xwe di destê YPG deye. Li aliyê dîtir yê başûr jî di destê hêzên HPG de ye. Li gel parestin û şerê li ser sînoran di heman demê de şerê li bajarên tirkiyê, armancgirtina serkanên van tevgeran, têkbirina deverên aborî, armancgirtina malbat, xizm û kesên payebilindan dê bibe bersiv û serkeftina herî mezin ji bo êrîşên li ser Efrînê. 

Wekî dîtir jî her Kurdek dikare di torbendên civakî de têkçûna leşkerên tirk bixe rojevê û bilav bike. Vê gavê tirk tenê xwe bi medyayê komî ser hev dikin.