Li Efrînê jî berfê jiyan asteng kir

Li Efrînê jî berfê jiyan asteng kir

Li Rojavayê Kurdistanê jî barîna berfê jiyanê ditewîzîne. Li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê eve 3 rojin berf dibare. Ji ber vê yekê gelek rêyên hatin û çûnê qut bûne.

Li gor nûçeya Puk media di encama barîna befreke zor li herêma Efrînê befr li gundên çiyayî metrekê bilind bû bi taybet li bajaroka Cindirêsê (daristana Qaziqlî û gundên derdorê) her weha li bajaroka Mabata û Raco jî her weha.

Li gor çavdêrên geş û hewayê ji ajansa PUKmedia`yê re ragihandine, eve 10 salin bagerên befrê yê bi vê qebareyê li navçeyê çênebûne.

Ji aliyekî din ve jî hin pizîşkên navçeya Efrînê ji ragihandin ku ji ber daketina pileya germayê û nebûna keresteyên sotemeniyê gelek nexweşiyên ku dibin sedema mirina mirovan jî hene ewe jî jiber nekarîna kirîna pêwîstiyên xwegermkirinê tên.

Her weha rexmî barîna befreka zor jî bi sedan welatiyên Kurd duh danê sibehê cenazeya şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi merasîmekê birin goristana şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê û spartin axê.

Şervanê YPG ku li nexweşxaneya Aferîn ya bajêr ku jiber birînên xwe ya di encama guleyeke qernasê ya komên çekdar ên ser bi DAIŞ`ê li girên derdora bajaroka Cindirêsê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye.

Jêder Pukmedia