Li Efrînê şer û li Til Koçerê operasyona YPG`ê

Li Efrînê şer û li Til Koçerê operasyona YPG`ê

Navenda çapemeniya YPG’ê ragihand ku hêzên wan şevê din dest bi operasyoneke berfereh kirine û di encamê de 4 gund û 3 mezreayên derdora Til Koçer ku komên çete yên DAIŞ’ê wekî baregeh bi kar tanîn rizgarkirine, hejmarek çete hatine kuştin û gelek cebilxane jî desteserkirine.

Di berdewama daxuyaniya xwe de, navenda çapemeniya YPG’ê diyarkiriye ku hêzên YPG’ê gelek çek û alavên leşkerî desteserkirine ji wan 2 doçkayên 14.5, 2 doçkayên 12.7, 6 reşaşên BKC, 5 RPG, 3 çekên sekvaniyê, 3 birno, 18 kilaşinkof, debançeyek, 4 mayînên dijî tangan, 15 rext, 21 guleyên RPG, dorbînek şevê, 6 wesayît, 3 cîhazên bê têl û hejmarek zêde ji cureyên bombe û guleyan desteserkirin.

Her weha li herêma Efrînê jî di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de pevçûnên dijwar derketin û mîrekî DAIŞ’ê yê bi navê (Ebû Usama El-Urdinî) hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Hawarnewsê, çekdarên DAIŞ’ê li derdora gundê Meerîn, riya Ezaz-Meerîn û riya Yazîbaxê hewl dane ku êrîşî noqteyên YPG’ê yên li gundê Qestel Cindo bikin. Êrîşên DAIŞ’ê rastî bersivdayîna hêzên YPG’ê hatin û di encamê de li her sê noqteyan pevçûnên dijwar rûdan.

Di nûçeyê de hatyie ku di pevçûnan de emîrê DAIŞ’ê yê bi navê (Ebû Usama El-Urdinî) di nav de gelek kuştî û birîndarên DAIŞ’ê çêbûne. Her wiha wesayîtek doçka li ser hate ruxandin.

Jêder: ANHA