Li Êlihê destgirtin û piştevaniya Rojava bi mîtîngekî mezin

Li Êlihê destgirtin û piştevaniya Rojava bi mîtîngekî mezin

Li Êlihê di mitînga piştgiriya Rojava de zêdetirî deh hezaran kes tevlî bûn. Di mitîngê de Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata axivî û got, “Gelê me yê Rojava di serî de sonda azadiyê xwariye. Îro jî ber bi azadiyê ve diçe” û berxwedana Rojava silav kir.

Li Êlihê biarmanca piştgirî dayîna Rojava bipêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk-DOKH’ê bi şîara “Berxwedana Rojava berxwedana me ye” li devera Koçerlerê mitîng hate li darxistin.

Li qada mitîngê pankartên mezin ên li ser “Berxwedana Rojava berxwedana me ye”, “Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava em yek in”, “An azadî an azadî” “Roj roja me ye ax axa me” û “Gelê Rojava bitenê nîne” daliqadin, her wiha bihezaran jinên ku herikîn qada mitîngê cilên xwe ên netewî li xwe kirin.

Li gel Êlihê bi deh hezaran kesên ji navçeyên Heskîf, Kercos, Hezo, Qabilcewz,Qubîn, bajarok û gundan hatîn, ji 8 qadên lêgerînê derbazbûn û ketin qada mitîngê.

Beriya programa mitîngê li ber muzîka ku hate lêxistin bihezaran kesî dîlan girêda û bênavber sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn.

ALA YPG’Ê LI DIKÊ HATE DALIQANDIN

Li qadê gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Konfederalîzmê hatin vekirin, herwiha ala YPG’ê li dikê hate daliqandin.

Programa mitîngê bi derketina koma kemençeyê destpê kir. Piştî axaftina Serokê Komîteya Amadekar û Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga û aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Meyaser Akdag, Koma Rosîda derket ser dikê.

Piştî wê Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û got: “Îro li Êlihê jin ji bo Rojava dengê xwe dikin yek û piştgiriyê didin gelê Kurd ê li Rojava. Îro jinên Kurd ji bo gelê Kurd li ser lingane. Ji xwe vê ji bilî jinên Kurd tukesek din nake. Li dijî van komkujiyan tenê jinên Kurd dikare raweste. Îro li Rojava berxwedana ku bi jinên Kurd destpê kir, hemû jin xwedî lêderdikevin. Îro li vê qadê dîlanên ku bipêşengiya jinê têne girêdan, dîlanên azadiyê ne.”

 ’PÊWÎSTE DIVÊ DEMA DÎROKÊ DE GEL RÊXISTIBÛNA XWE ZÊDE BIKE’

Ata da zanîn ku, ji bo di vê pêvajoyê de pêngavê bi hikumeta AKP’ê bidin avêtin pêwîste gel hîn zêdetir hewil bide û ev tişt anîn ziman: “Îro em di demek dîrokî de derbaz dibin. Di vê dema dîrokî de gelê me neçare ku xebat û rêxistinbûna xwe hîn zêdetir bilind bike. Îro zextên li ser gelê Kurd netenê li Rojava hene, li tevayî Kurdistanê didomin. Lê belê pêwîste were zanîn ku, gelê Kurd ne Kurdê berê ye. Ji vê seetê û pêve dê gelê Kurd destûrê nede ên ku wana înkar dikin. Bila ev wiha bê zanîn. Azadbûna gelê Kurd, azadbûna Rojhilata Navîn e. Pêwîste heya dawiyê gelê me xwedî li vê pêvajoya dîrokî ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve ku di nava çar dîwaran de ye hatiye destpê kirin, derbikeve. Helwesta hemû dewletan li hemberî gelê me yê Rojava heman e. Lê belê gelê me yê Rojava destpêkê de sonda azadiyê xwariye. Îro jî ber bi azadiyê ve dimeşe.”

GIRSE BER BI GORÊN GERÎLAYÊN HPG’Ê VE MEŞIYAN

Piştî axaftinan bi hezaran kes, ber bi gorên gerîlayên HPG’ê ên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dayî Goristana Gilbereşkê ve meşiyan. Girseya ku bi sloganan meşiyan, piştî meşek dirêj gihan goristanê.

Bidirêjahiya meşê girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hilgirtin. Êlihiyên ku bisloganên “Şehîd namirin” ber bi gorên gerîlayan ve meşiyan, piştre ji goristanê veqetiyan.

ANF