Li Elkê pevçûn

Li Elkê pevçûn

Şevî dî derengê şevê li Elkê(Beytuşebab) ya ser bi Şirnexê ve ciwanên Kurd li himber xirabkirina Goristana Gerillayan ya li Bagokê çalekî lidar xistin.

Şevîdî derengê şevê, xortên Elkê li hev civiyan û êrîşkerî û bêmirovaniya hêzên Tirkî dijî goristanên gerîlla şermezar kirin. Bi guleyên sersalê û kevir û daran dijî polêsan êrîş û pevçûn pêk anîn. Di encama van pevçûnan de li gorî zanyariyên Ajansa tirkî DHA yê hindek polês bi kevirên çalekvanan birîndar bûn.
Navgihîna şer ya bi navê -Akrep- jî kete çala avê.

Çalekiyên xortan hetanî berê sibê domî.

 

Rewanbej.net