Li Elmanya alîgir an jî hezkirîyên YPG têne cezakirin

Li Elmanya alîgir an jî hezkirîyên YPG têne cezakirin

Li Elmanya helwestê dijî YPG tund û dijwar dibe. Li gorî zanyarîyên ji aliyê kesên rastî vî helwestî hatî ve, bo rûpelê Facebooke - Kurdische Nachrichten- hatî ragihandin dihunê berê sibê, demjimêr 06:00 an polîsê Elman êrîş birine ser malekê. Sedema vê êrîşê jî gelek caran belavkirina ala YPG di torbendên civakî de hatîye diyarkirin.

Di rûdaneka dîtir ya li eyaleta Baden-Württembergê de dîsan jiber belavkirina ala YPG di facebooke de ji aliyê polîsan ve Kurdek hate vexwendin û tête darezandin. 

Bi taybet piştî nakokiyên navbeyna Elmanya û Tirkîyê dewleta Elman ji ber berjewendiyên xwe yên li gel tirkî êrîşên ser Kurdan zêde dike.