Li Emerîka kardaneweya li dijî biryara dadgehê zêde dibe

Li Emerîka kardaneweya li dijî biryara dadgehê zêde dibe

Pêr li Emerîkayê dadgehê biryarek seyr da û kujerê ciwanê reşik yê 17 salî Trayvon Martîn, George Zimmerman serbest berda. Piştî vê biryarê li çar aliyên welat reşikan bi gotina ’heger dadwerî nebe aşitî jî nîne’ daketin kolanan.

Di 26’ê Sibata sala 2012’an de li Florîdaya Orlando ya Emerîkayê George Zimmerman ciwanê 17 salî yê reşik Trayvon Martîn li naverasta kolanê da ber guleyan û kuşt. Piştî vê rûdanê kujer hate bin çav kirin û beriya sê hefteyan rûniştinên dadgehê dest pê kirin. Pêr li dozgeriya Florîdayê dozger Debra Nelson biryara kuştina bêyî daxwaz kuştin pêk hatiye da û ji kujer serbest hate berdan. Piştî vê biryarê reşikên li Emerîkayê li çar aliyên welat daketin qadan û ev biryar şermezar kirin.

Ev doz li Emerîkayê weke dozek siyasî dihate dîtin û ji bo cihêxwaziya li hember reşikan ji nûve  nekeve rojevê, dihate hêvî kirin ku helwesta dadgehê ya li beramber kujer tundtir be. Ji xwe serok dewletê Emerîkayê Barack Obama piştî kuştina Trayvon piştgiriya xwe ya ji bo malbatê jî diyar kiribû. Lê belê piştî ku dadgehê biryara serbest berdana tawanbar da reşikên welat kardaneweya xwe nîşandan. Bi hezaran kes daketin kolanan û ev biryar şermezar kirin.

Di serî de li Newyorkê, Boston, San Francisko û Florîdayê, li gelek herêmên din bi hezaran xwepêşandêr bi dirûşma ’ji bo Tryvon edelet’ daketin qadan. Li qada Timesê nêzîkê hezar xwepêşanderan çalakiyekê rûniştinê encam dan. Li qada Union jî rê ji hatin û çûnê re hate girtin. Çalakiyên li welat hêjta jî didomin.

Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama piştî biryara dadgehê daxuyandibû ku divê hemû kes li hember biryara dadgehê rêzê bigre û ji gel jî daxwaz kiribû ku bi hêminane tevbigerin. Lê di gel van daxuyanin de jî aramî nehat. Berpirsên polîs yên li welat diyar dikin ku xwepêşander li hemû deran zerarê didin kolanan, agiran hildikin û rêka hatin û çûnê asteng dikin. Li gor agehiyan di xwepêşandanên li Newyorkê de 12 kes ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

Rewanbej.net