Li Hewlêrê ji bo Rojava meşiyan

Li Hewlêrê ji bo Rojava meşiyan

Bi hezaran kes li bajarê Hewlêrê bi armanca piştgiriya Kurdên Rojava meşek bi meşale pêk anîn. Meşvanan j hikumeta herêmê daxwaz kirin ku deriyê sînor yê Rojavayê Kurdistanê veke.

Doh bi şev bihezaran kes li bajarê Hewlêra Başûrê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Parka Ronakî kombûn. Meşvan heta navenda bajêr meşiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku salek li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derbaz bû. Di berdêla berxwedanê de destkeftiyên netewî hatine bidest xistin. Daxuyaniyê de wiha hate gotin; “hinek hêz û aliyên ku naxwazin gelê Kurd bigihe azadiya xwe, hewl didin van destkeftiyan ji destê gelê Rojava bigrin”.

Her weha sebaret di bin navê cîhadê şandina ciwanên Başûr ya Rojava jî wiha hate gotin; “Li Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwanên Kurd li ser navê cîhadê û çûyîna buhiştê, diçin Rojavayê Kurdistanê, bi Kurdan re şer dikin. Dibin amûrê komên çete û dijminên me. Em bang li wan ciwanan dikin destê xwe ji xwîna gelê xwe bikêşin û beşdarî berxwedana gelê Kurd ya ji bo azadiya Kurdistanê bibin. Xwîna gelê xwe rijandin ne li gorî ola îslamê ye. Heger hûn cihada rast bixwazin werin beşdarî berxwedana gelê Rojava bibin. Ji ber ku dema welatê newetekê û destkeftiyên netewî yên wê netewê hatin dagirkirin, li hember vê şerkirin û têkoşîn kirin, cihada herî mezin û herî pîroze.”

Der barê girtina deriyê sinorê Sêmalka ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî bang li rêveberiya herêma Kurdistanê û hersê serokatiyan hate kirin ku dawî li girtina deriyê sinorê Sêmalka bîne.

Jêder ANF