Li Hewlêrê peymangehekê nû yê sînemayî vedibe

Li Hewlêrê peymangehekê nû yê sînemayî vedibe

Peymangeheke taybet ya sînemayî bi navê “Hermang”, ji bo beşên derhênan, montaj, senaryonivîs, wênegirtin û dublajê, li bajarê Hewlêrê hate vekirin.

Li gor daxuyaniya berpirseke peymangeha sînemayî ya Hermang, hemû bernameyên peymangehê bi pêşengiya pispor û mamostayên nevnetewî û her weha sînemakarên navdar yê Kurd Behmen Qubadî dihête birêvebirin.

Kesên ku bixwazin dikarin di 11 û 12’ê Îlonê ji demjimêr 10 sibê heta 7 êvarê ji bo navê xwe binivîsin serdana Hola civînan ya Hotêla Çarçira, bikin.

Di dawiya hilbijarinan de kesên ku bihêne hilbijartin ji bo berdewamkirina xwendina xwe dê bihinêrin Emerîka û li akademiya filmên New Yorkê de berdewam bikin.