Li Hewlêrê teqînek pêk hat

Li Hewlêrê teqînek pêk hat

Îro li Hewlêrê nêzîkî firokexaneya Hewlêrê teqîneke mezin pêk hat. 
Piştî pêkhatina teqînê, Ajansa Nûçeyan ya Firatê ragihand ku du teqîn li hewlêrê pêk hatine û dengê guleyan ji cihê teqînê hatiye. Li gorî nûçeya ANF li taxa Enkawa ya Hewlêrê piştî teqînê jî dengê gula ji deverê hatiye. 
Lê belê piştî bûyerê bi demeke kin Fermandarê giştî yê Pêşmergeyên Zerevanî Lîwa Ezîz Weysî daxuyaniyek da Rûdawê û got ku teqîn ne rûdaneka derveyîye lê belê agir girtiye çend jûrên ku teqemenî û çek têde hebûne û di encama vî agirî de teqînekê rû daye. 

Li gorî Fermandarê Zerevanî Ehmed Koyî jî ragihandiye ev teqîn ne ji ber sedema ewlehiyê bûye lê belê di cihê teqemeniyê de pêk hatiye û zirar ne gehaye canê kesekî. 

Eve bû cara duyê ku di nava hewlêrê de agir digre deverên teqemenî têde û teqîn pêk tê.