Li himber bêdadiya hilbijartinên BDP yên Nisêbînê nerazîbûn hate nîşandan

Komek ji nişteciyên Nisêbînê gilî û gazinên xwe dijî hilbijartina 15 ê Kanûnê derketin û gilîyên xwe gihandine rêvebiriya BDP ya Amedê.

Li gorî nûçeya malpera Nusaybinim, nêzîkî 60 endamên Meya-der ê ji bo betalkirina hilbijartinên namzetiyê yên BDP hêrs û helwesta xwe nîşan dan. Rîsipiyên Nisêbînê û endamên Meya-der ê diyar kirin ku di hilbijartinên namzetiya BDP de bêdadî pêk hatiye û li himber vê bêdadiyê ewana di bi herrengî rawestin. Kurdên ku hilbijartin şermezar kirin diyar kirin ku ewana xwedanê kedeke mezinin û piraniya wan jî malbatê şehîdanin. Çalekvanan diyar kirin ku di hilbijartinan de hîle hatiye kirin, gelik namzet li gora serê xwe ji rêzê hatine jêbirin û hindeke dî hatine tevlîkirin. Ji bo vê boneyê jî ewana çûne navenda BDP ya Amedê û giliyê xwe gihandine wan, di di heman demê de diyar kirin ku diyare gilîyê wan dê pir encamekî mezin negre. Ji ber vê yekê jî di derbirîna xwe de diyarkirin ku eger ev rewşa bêdad û hîleyê di nava BDP de berdewam bike ewana dê hilbijartinan  şermezar bikin û beşdar nabin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hetanî bi hilbijartinên navendî yên Mêrdînê jî dixwazin ku şermezar bikin û eger ku hîleyên bi vî rengî berdewam bikin ew keda xwe binpê nakin dê li gorî xwe nûnerekî serbixwe li Nisêbînê hilbijêrin.

Di daxuyaniyê de wekî ku bang li BDP hate kirin di heman demê de peyam bo Qendîlê jî bi devkî hate şiyandin da ku ev bêdadî û hîleyên nava BDP li navçeya Nisêbînê bêne rakirin. Kurdên ku hilbijartin gilî kirin diyarkirin ku ewana pêl xwîna zarokên xwe nakin û pêşya vê bêdadiyê bernadin.

Di hilbijartina BDP de ya hilbijartina namzetan de bi 324 raya Sara Kaya hatibû hilbijartin.

Rewanbej.net