Li Îranê 6 parlamenterên Kurd xwe ji parlamenê vedikêşin

Li Îranê 6 parlamenterên Kurd xwe ji parlamenê vedikêşin

Di parlamentoya Îranê de hemû parlamenterên bajarê Sineyê  biryara dan ku xwe ji Parlamenta Îranê vekêşin.

Li gorî nûçeya ku Basnews agahiyên xwe dispêre ajansa nûçeyan a Tesnîm, Endamê Konseya Nûnerên Eyaleta Sine Seyîd Mihemed Beyatiyan got, “Me biryarên xwe yên îstifayê pêşkêşî serokê parlamentê kirin.”

Beyatiyan ji bo sedema îstifayê jî butçeya sala 2014’an a Îranê nîşan da û diyar kir ku butçeya ji eyaleta Kurdistanê re hatiye veqetandin gelekî kêm e û bi armanca şermerzarkirina vê yekê her 6 parlamenterên eyaleta Sine daxwaznameyên îstifayê pêşkêş kirine.

Beyatiyan her wiha anî ziman ku nameyên wan ên îstifayê û sedema îstifayê dê li parlamentê bên xwendin. Beyatiyan ragihand ku ewê der heqê butçeya paytexta eyaleta Kurdistanê Sine civînekê lidar bixin û got, “Ev civîn bi biryara Serokê Parlamentê ve girêdayî ye.”

Eyaleta Kurdistanê li Îranê yek ji eyaletên herî zêde rêjeya bêkariyê lê heye. Di salên dawî de ev eyalet ji gelek xizmetan re bêpar hat hiştin.

Basnews