Li Kerkûkê teqîn: 2 polîsan jiyana xwe ji dest da

Li Kerkûkê teqîn: 2 polîsan jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya PUK mediya di qezaya Duzxormatuya ser bi bajarê Kerkûkê otombêleke bombe barkirî hate teqandin û li gor amarên destpêkê 2 polîsan jiyana xwe jidest dan 17 kes jî birîndar bûn. Li gor nûçeyê teqîn bi otombêleke bombe barkirî û li nîva sûka navçeyê, li nêzîk avahiya nû ya weqfa şîeyan û bazara keskayî hatiye teqandin.

Qeymeqamê qezaya Duzxormatuyê Şelal Ebdûl der barê teqînê de gotiye ku teqîn di demjimêr 6’an de pêk hatiye û hêzekî polîsên qezayê kiriye armanca xwe û ew hêz jî ser bi fewca yek a hêzên rûbirûbûna bilez ya parêzgeha Selahedînê bûye.”

Ebdûl gotiye: “Di encamê teqînê de 2 polîs şehîdbûne û 17 kes jî birîndar bûne ku welatiyên sivîl û polîs jî di nav de hebûne, lê belê heta niha aşkira nebûye ku ka ew teqîn xwekujî bûye yan tenê bi rêya otombêlekî bombe barkirî hatiye encam dan.”