Li Kobanê amadekariyên Azmûnên Zimanê Kurdî

Li Kobanê amadekariyên Azmûnên Zimanê Kurdî

Yekîtiya Mamosteyan ya Kobanê di çarçoveya amadekariyên ezmûnên zimanê kurdî de belgeyên ketina ezmûnan li xwendekarên asta navîn û amadeyî belav kirin.
Yekîtiya Mamosteyan roja 26/6/2013`an di saetên sibê de li navenda Saziya Zimanê Kurdî belgeyên ketina ezmûnan belav kirin. Belavkirina belgeyan wê ji aliyêk komîteyek ji 7 kesan pêk tê ve 3 rojan dom bike. Di vê çarçoveyê de wê bi giştî 1053 belge li xwendekarên asta amadeyî, 1517 belge jî li xwendekarên asta navîn bêne belavkirin.

PUKMEDIA