Li Kurdistanê hilbijartinên Demokratik dest pê kirin

Li Kurdistanê hilbijartinên Demokratik dest pê kirin

Îro hilbijartinên Kurdistanên yên Demokratik dest pê kirin.

Îro li seranserê Herêma Kurdistanê roja yekem ya hilbijartina ye. Piştî kar û propagandayeka demdirêj ya partiyên siyasî îro roja yekem ya hilbijartina dest pê kir.

Îro tenê dê hêzên pêşmerge û hêzên asayişê deng bidin. Her çend hatiybû diyarkirin ku dê nexweş û girtî jî îro dengên xwe bidin lê ji aliyê rayedaran ve hate ragihandin ku dê nexweş 21 ê Êlûnê beşdarî dengdana bibim.

li gorî nûçeya Rûdawê hate diyarkirin amureka elektronîk ku ji bo dengdanan hatibû amadekirin gelek giran kar dike û ji ber vê sedema teknîkî jî îro di hilbijartinan de arîşe derketiye.

Amureka ku wekî -Kaşeya elektronîk- tête binavkirin ji bo ku rê li bêrêtiya bête girtin ji aliyê komisyona hilbijartinan ve hatibû birêkxistin lê li gorî agahiyan ev amur gelek giran kar dike ji ber vê yekê jî di hilbijartinan de arîşe derketiye. Dibe ku ev amur bête rakirin û hilbijartin bi rengekî asayî berdewam bikin.

 

 

Rewanbej.net