Li Kurdistanê yekemîn peymangeha sînemayê vebû

Li Kurdistanê yekemîn peymangeha sînemayê vebû

Bi destpêşxeriya derhênanê Kurd yê navdar Behmen Qubadî ku gelek xelatên cîhanî bi destxistine li ser xerciya xwe ya taybet yekemîn peymangeha sînemayê bo perwerde û amadkirina kadirên sînemayê li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê vekir.

Her weha ewê daxwazên xwendekaran bo xwendina îsal di heftiyên pêş de destpê bike.

Derhênanê Kurd Behmen Qubadî aşkira kir ku ev peymangeh yekemînê di dîroka Kurdistanê û Êraqê de  û wî ev erk daye ser mile xwe bo damezrandina dazgehek ekademîk bo perwerdekirina kadirên hunera sînemayê û pêşxistina tiwaneyên hunermendan di ware zanistî de jî.

Qubadî bo perwerdekirina xwendekaran jî ji Êranê û Emerîkayê û hin welatên Ewrupî mamosteyên bilind vedixwîne bo pêşkêşkirina semîneran û danaxwendinê li wê peymangehê û dê di warên teorî û pratîkî û derhênan, Fotografî, senaryo, montaj, doblaj û lîstikvaniyê de semîner bêne pêşkêşkirin.

Derhênerê Kurd yê navdar aşkirakir ku xwendina li peymangeha Hermang ya sînemayê dê bi zimanê Kurdî be û eger xwendekar bixwazin bi zimanê Ingilîzî bixwînin wê demê ewê mamosteyan peyda bikin.

Puk media