Li Libyayê qeyrana hikumetê

Li Libyayê qeyrana hikumetê

Li welatên ku bi navê Bihara Ereban raperîn çûbû û desthiladariya wan hate hilweşandin îstîqrar heta niha ava nebûye. Piştî qeyrana li Tunusê û derbeya leşkerî ya li Misirê vê carê jî li Libyayê qeyrana hikumetê di rojevê de ye. Beşek ji partiyên kumalîsyonê hewl didin ku piştgiriya xwe ya ji hikumetê vekêşin.

Partiya Dad û Avakirinê diyar kir ku ji bo dengê erê ya li pişta hikumeta Zeydan vekêşin îmzeya sed parlementeran kom kirine.

Serokê partiya Dad û Avakirênê ya Libyayê Muhammed Sevan daxuyand ku ji bo dengê erê ya hikumeta di bin serokatiya serokwezîr Ali Zeydan de vekêşin îmze komkirine û heta niha sed parlementeran îmze dane.

Sevan di daxuyaniya xwe de got: ’Ji dused parlementeran me dengê sedan wergirtiye.’ Sevan diyar kir ku ew li dijî wê ne ku hikumet digel derbekarên Misirê hevdîtinan bike û dazanîn ku heger ev hevdîtin berdewam bin dê xwe ji hikumetê jî vekêşin.

Partiya Dad û Avakirinê di nava hikumeta Libyayê de xudan 5 wezaretane.

Li Libyayê qeyrana hikumetê piştî ku serokwezîr Zeydan serdana Misirê kir û di gel wezîrê parastinê yê Misirê El Sîsî hevdîtin kir, derkete holê. Li gor rêziknameya parlemena netewî ya Libyayê heger sedûbîst parlamenter dengê erê bidin dikare hikumet bihête hilweşandin.

Rewanbej.net