Li Licê hovên tirk bi zirîpoşê jineke Kurd parçe kirin.

Li Licê hovên tirk bi zirîpoşê jineke Kurd parçe kirin.


piştî hilweşandina Nisêbînê, Sûr, Silopî û deverên dî yên Kurdistanê,  hêzên tirk yên qaşo ewlekariyê hovîtiya xwe bi awayekî dî didomînin.
Bi navgînên xwe yên bi zirî pêçayî didin ser Kurdên di kolanan de û tu pîvanên mirovatîyê nas nakin.
dihunê jî li Licê ya Amedê pireke 85 salî kuştin.

Jina Kurd Pakîze Hezar ya ji gundê Korxê bû, da ku mehaneya xwe ya pîrbûnê wergirê hatibû bajêr. Nêzîkî cihê postê dema xwest rêkê derbas bibe ji aliyê zirîpoşeke artêşa hêzên dagirker ve bi hovane hate perçiqandin.

Navgihina leşkerî ya dayî ser pîra Kurd bêyî raweste ji cihê bûyerê dûr ket.

Bûyera diltezêntir

Piştî vê hovîtiyê li cihê bûyerê rewşeka diltezên rû da.
piştî bûyerê kesên derdorê beziyane cihê bûyerê. Fi nav vanade xwişka Pakize, Hasret Yaşarer jî hebû. Hesret bi mebesta biçe cihê bûyerê û tiştekî bike xwedî li termê erdê derkeve çûbû lê dît ku xwişka wê Pakize termê wê parçebûyî li erdê ye. Wê kêlîyê da ber qîran û serî lê zivirî.

piştî demekê polîs hatin cihê bûyerê. Dema xwestin Hesret ji cihê bûyerê dûr bixîn, hesret ji wanre got ku ew mirova hatî kuştin xweha wê ye. Polîsan nasnameyên wan dane ber hev. Piştî zanin ku xwehê hevin kîsikekî reş dane dest Hesret û jêre gotin biçe parçeyê laşê xweha xer bide hev.

Hesret li cihê bûyerê ser hişê xwe diçe û radikine nexweşxanê.

Kurên Pakize pisti bi bûyerê hesiyan ji bajarên tirkiye vegeriyan û di derbarê bûyerê de daxuyanî dan. Mehmet Hazar û kurê Pakîze yê dîtir Veysî Hazar ragihandin ku ewana tu car pêşiya vê bûyerê bernadin û diyarkirin ku dayka wan nek bi rasthatin lê belê bi zanebûn hatiye kuştin.