Li Malezyayê Vedîtina Zimanê “Jedek”ê Pêkhat

Li Malezyayê Vedîtina Zimanê “Jedek”ê Pêkhat

Zimanzanên Swedî li Malezyayê vedîtina zimaneke nû pêk anîn. Navê zimanê nû Jedek e û bi tenê 280 kes bi zimanê Jedekê diaxivin ku ji xwe re civak û pergaleke wekhev û aştîxwaz avakirine.

Li darê dinê, li hejmara zimanên axaftinê, zimaneke din zêde bû. Lêkolînerên ji zanîngeha Lund a li Swedê, li daristanên li bakurê nîvgrava Malakkayê vedîtina zimaneke xweser pêk anîn. Hejmara endamên koma li nîvgrava Malakkayê ji 280 kesî pêk dihêt.

Antropolog demek berê vedîtina gundê li nîvgrava Malakkayê pêk anibûn, lêbelê dikirin-nedikirin nedikaribûn ji zimanê endamên koma li nîvgravê fahm bikin, û pê re pêwendiyê dahînin. Lê bi xebata zimanzanên Swedî zimanê wê komê jî eşkere bû. Lêkolînerên Swedî bi xebata xwe vedîtin ku kesên li nîvgrava Malakkayê ne, bi zimaneke ku varyanteke zimanê Aslî ye, diaxivin. Aslî komeke zimanên li başûr-rojhilatê Asyayê ye û beşek ji zimanên Awistroasyayê ye. Navê zimanê nû jî Jedek e.

Zimannasên Swedî bêyî ku bixwazin, vedîtina zimanê nû pêk dihînin. Lêkolînerên Swedî li gundên, li der û dora Malakkayê ji bo xebata xwe ya li ser zimanê Jahai, dixebitîn. Jahai jî varyanteke din ya zimanê Aslî ye. Ji gundên li nîvgrava Malakkayê, zimanê şêniyên gundeke mezin, ji zimanê şêniyên gundên din cuda û nenas bûye. Lêkolîner Joanne Yager wiha dibêje; “Dema diaxivîn, peyv û kelîmeyên nenas û rêzimaneke ku di varyanta Jahai de nedihat dîtin, bikar dianîn. Hinek peyvên ji zimanê Jedekê dişibin peyvên ji varyantên din ên zimanê Asliyê ku li cihên cihêreng yên li Malakkayê bûn.”

Zimanzan diyar dikin ku şêniyên gund ên bi zimanê Jedekê diaxivin, ji milletên rojavayî zêdetir qedr û qîmeta mafê jin û mêran dizanin û jiyaneke hevbeş ku li ser bingeha wekheviyê ava bûye, dijîn. Li hev û din zulm û zorî nakin, ji hişkiyê dûr in, ji dil û bi zanayî zarokên xwe fêr dikin ku xwe bi hev û din re qiyas nekin û haya şêniyên gund ji qanûn û dadgehan nîne. Haya her şêniyeke gund bi qasî şêniyên din ji karên li gund dihêne kirin, heye û her kes xwediyê wê hunerê ye ku bi serê xwe, li gund bijî. Di zimanê Jedekê de peyv û gotinên meslekekê an jî qanûnekê diyar bikin, tune ne. Dîsa kelîmeyên ku deynkirin, dizîkirin, kirrîn û firotinê diyar bikin, di zimanê Jedekê de tune ye. Lêbelê zimanê Jedekê xwediyê xezîneyeke dewlemend û berfireh ya berdêlkirinê û parvekirinê ye.

Lêkolîner Niclas Burenhult wiha dibeje; “Li darê dinê, şêwe û rêyên cihereng yên vejiyînê heye. Em pirr caran pesnê civaka me rojavayiyan ya li bajarên mezin û sixlet didin û weke civaka hevdem destnîşan dikin. Lê divê em tim bixebitin û pirr jî fêr bibin, û em dikarin ji vê gundikê piçûk, ji zimanê Jedekê ku ne zimaneke nivîsandin û xwendinê ye lê xezîneyeke dewlemend û çandî ye, pirr tiştên nû fêr bibin.”

Hejmara zimanên li darê dinê ku pê dihêt axaftin û nivîsandin, kêmzêde 6.000 e. Ji sedî-heyştê ji şêniyên gerdûnê bi zimaneke pirr dihêt zanîn û axaftin, diaxive. Ji sedî-bîstê bermayî jî ji 3.600 zimanên kêm dihêne zanîn û axaftin, diaxive. Lêkolîner diyar dikin ku ji sedî-pênce ji zimanên li darê dinê, dê 100 sal şûnde zimanên mirî bibin.

Çavkanî: VRT Nieuws