Li Meclîsa Tirkan, Kurdan sond xwarin bi dil û can

Li Meclîsa Tirkan, Kurdan sond xwarin bi dil û can

«Ez li pêşberî netewa tirk ya mezin bi namûs û şerefa xwe sond dixwim, ku ezê hebûn û serxwebûna dewletê, yekîtîya parçenebûna welêt û netewî, desthilatdarîya netewî ya bê şert û merc biparêzim;

Ezê bi serdestîya mafan, bi Komara dêmokratîk û layîq û bi rêbaz û șorișên Ataturkî ra amin bimînim; 

Ezê di hizûr û refaha civakê da, di nava pișgirîya netewî da û bi hizra li ser heqîyê, ya ku divê her kes ji mafê mirovan û azadîyên bingehîn sûdê werbigre, bi sedbare bi Qanûna bingehîn ra amin bimînim».

Aferin!..

Belê, li miclîsa Tirkyayê eva cara çendane, ku «milletvekil»`ên kurd li bin ala TC vê sondê dixwin!

Vê carê tenê netewperwarek, doteke kurde navdar qaşo du gotinên bi kurdî avîte li serê benda «sonda» xwe: «Ji bo aşîtîke bi rûmet û mayînde» û dû ra li şûna «Netewa tirk» peyvên «Netewa Tirkîyê» anî li ser zar. Gelo çi firqî: yan «Hesen keçel» yanê jî «Keçel Hesen»?
Ger bigota «Netewên Tirtîyê», ew tiştekî mayîn bû. Lê dîsa ewê xala Qanûna bingehîn ya Tirkîyê ya 66-an «pêpes» nekir.

Kurdekî xêfik û aqilsivik wê pirsê bide xwe: «Gelo ji bo çi ev kurdên me bi navê gel, di nava refên partîke nedîhar da dibine nûnerên gel û diçine micilîsa Ataturk?». 
Ji bo ku li ber «netewa tirk ya mezin» sond bixwin û behsa «destilatdarîya netewîya tirkan» bikin?

Ji bo ku serdestîya mafan bi prîzma «Komara dêmokratîk ya layîq û bi hizra heqîyê» (wêran ezim, mal min xirab) «bi şorişên Ataturkî va amin bimîn»?

Lê xûşkeke meye êzîdî ya jîr û zane, ku endama parlamênta Avropayê bû, nizam ji bo çi ketîye wê «govendê»?
Ji bo qira êzîdyan ya sala 1915-an?

Ji bo gund û warên êzîdîyan, yên ku dewleta osmanîyê kav û kûn kir?
Yanê ji bo wan cîh û wergên êzîdîyan, ku «şorişên Ataturkî» derm-dax kirin?

De, «milletvekil»`no, bi tirkî sond bixwin, dîsa serê xwe li ber ala TC daxin!
Ji bo «Komara dêmokratîk ya layîq û bi hizra heqîyê», ji bo «şorişên Ataturkî va amin bimîn»! 

Lo roja we ye, ku hûn têda nin!..
Ger hûnê bi tirkî sond bixwin, divê bi tirkî jî can bidin!..

P.S. «Kê dizane, dizane, kê nizane, baqên nîskane!».