Li Midyadê di encama wergerîna terembêlekê de 2 kes mirin 5 jî birîndar bûn.

Li Midyadê di encama wergerîna terembêlekê de 2 kes mirin 5 jî birîndar bûn.

Li Midyadê di encama wergerîna terembêlekê de 2 kes mirin 5 jî birîndar bûn.

Îro di navbera Midyadê û Kerboran de terembêla ku ji aliyê Bilal Gumuş ve dihate ajotin di encama jirêderketinê de wergera. Terembêla ku di nava wê de 3 ji van zarok tevde 7 kes hebûn firiya kêleka rêkê. Di terembêlê de selikên tirî hebûn. Terembêlê wezna xwe winda kir û wergera. Kesên di terembêlê de Bedrettin Kaplan(66) û hevsera wî Manife Kaplan(66) li ciyê bûherê jiyana xwe jidest dan. Kesên dîtir ji heman malbatê Besne Gumuş (32s.) Bîlal Gumuş (35s.) Mazlum(10s) Doxan(8s.) û Umut(11s) bo nexweşxanê hatin veguhestin. Besne Gumuş ji ber giranbûna rewşa xwe ji bo nexweşxana komarê ya Mêrdînê hate veguhestin.

 

Rewanbej.net