Li Misirê Serok wezîrê nû diyar bû

Li Misirê piştî darbeya leşkerî ku serok komar Muhamed Mursî hate binçavkirin hevrikê wî yê hilbijartinan El Baradeyî bû serok wezîr.
Li Misirê serok komarê katî Adlî Mansûr erka serok wezîriyê da Muhammed El Baradeyî. Birayên Musliman li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe diyar kir. Birayên Musliman diyar kirin ku ew dê serok wezaretiya Baradeyî qebûl nekin.
Muhammed El Baradeyî di sala 2005’an de ji bo wizeya nûkleerî ji bo armancên leşkerî neyê bi karanîn têkoşiya bû û ji ber vê jî bi xelata Nobel ya aşitiyê hatibû xelat kirin. Lê belê serokê hindek partiyên li welat ji bo xelata Baradeyî şunde bihête wergirtin serî li Akademiya Swêdê didin. El Baradey piştî ku serokatiya Ajansa Nûkleerî ya Neteweyî Yekbûyî kir di sala 2010’an de vegeriya welat û li dijî rejîma Husnî Mubarek beşdarê xwepêşandanan bû.
El Baradey piştî hilweşandina rejîma Mubarek weke namzeta laîk beşdarê hilbijartinan bû. Dûv re diyar kir ku rejîma nû ne demokratîke û ji ber vê xwe ji hilbijartinan vekêşand. Piştî ku serok komarê nû Mansûr dest bi wezîfê kir erka Serokatiya Dîwana Serok komariyê jî da fermandar Abdulmumîn Fude.