Li nava Kerkukê 10 terorist hatine kuştin, Kerkuk hîna ji teroristan rizgar nebûye

Haşdî Şabî bi zorê tête derikirinê
Hêza pêşmerge di navbera Kerkûk û Hewlêrê de 4 otomobîlên hummer ên çekdarên Heşda Şeibî ji navbirin û 10 çekdar jî kuştin.
Nûçegihanê Rûdawê li nêzîkê Kerkûkê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Çekdarên Heşda Şebî îro hewl da ber bi navçeya Pirdê ve pêşve biçe, lê pêşmergeyan bersiv da û 4 hummerên wan têkşikandin û 10 çekdar jî kuştin. Paşî hêzeke taybetî ya Artêşa Iraqê hat û termên çekdaran birin.”
Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir, hejmarek ji ciwanên xwebexş êrîş kirine ser Derbenda Çîmen û ala Iraqê li wê xala kontrolê anîne xwarê.
Eva di demkê de ye, ku Heşda Şebî ji çend navçeyên Kurdistanê paşde vekişyaye.
Ji şeva derbasbûy ve raperîna welatiyan li Xanqîn, Kerkûk û çend navçeyên din destpê kiriye, welatî ji Xaneqînê û heya Zaxo daketin cadeyan û heya serê vê sibehê aheng gêran.
Haşdî Şabî li gund û deverên Kerkukê êşkence li Kurdan dike
Haşdî Şabî li dewr û berê Kerkukê Kurdan dikuje, êşkence dike û malan talan dike. Li gorî zanyariyên ji deverê tên hîna jî şerê navbeyna nişteciyan û teroristan de berdewame.
Çeteyên Haşdî Şabî û artêşa iraqê hîna li nav Kerkukê de hene
Hîna li gelek deverên Kerkukê çeteyên terorist hene û zilmê li Kurdan dikin. Li gorî zanyariyan hêzên terorist û teroristên artêşa iraqê bi zor û serhildana nişteciyan reviyane. Lê belê hate ragihandinê ku hîna jî nava Kerkukê aram nebûye û ji teroristan rizgar nebûye.