Li Nisêbînê jina dayika 8 zarokan xwe kuşt

Li Nisêbînê jina dayika 8 zarokan xwe kuşt

Li gundê Pîrelîka ya ser bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê jina bi navê N.E. ya 38 salî xwe li hewşa ber malê de daliqand û xwekuşt.

Li gor agehiyan jina bi navê N.E. ya 38 salî ya gundê Pîrelîka Nisêbînê li hewşa ber malê xwekuşt. Xizmên jinê diyar kirin ku jin xudan 8 zarokan bûye, mêrê wê li derve kar dike û çend mehan carekê dikare serdana malê bike. Xizman got ewan cesedê jinê di hewşê de daleqandî peyda kirine û ew rakirine nexweşxaneya dewletê ya Nisêbînê. Lê bi roxmê hemû hewldanan nekarîne jinê rizgar bikin.

Cesedê N.E. ji bo otopsiyê rakirine saziya tiba edlî. Seroka şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan û seroka BDP ya navçeya Nisêbînê Zînet Algan hatine nexweşxaneyê û derbarê rûdanê de agehî wergirtin û ji bo malbatê sersaxî xwestin.