Li Parîsê jî Kurd ji bo Rojava meşiyan

Li Parîsê jî Kurd ji bo Rojava meşiyan

Meşên Kurdistaniyan ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê berdewam dikin. Vê carê jî komkujî û êrîşên çekdarên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate şermezarkirin. Di meşê de banga xurtkirina desteka ji bo Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Li patyexta Fransa Parîsê, bi armanca piştgirîdayîna Rojava, bi hezaran kesan meş û mîtîngek lidarxistin. Meşê saet di 15.00’an de li qada Republique destpê kir û ACTÎT, FEDA, SKP, Partîzan û Partiya Komunîst a Fransayê jî piştgirî dan.

Piştî meşê li qada Bastîlle mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînê de nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Dr. Xalid Îsa axaftinek kir. Xalid got, “Kurdan heta niha li hemberî tank, top û zilmê li ber xwe dan. Bi Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr re Kurd 40 milyonin, hûn nikarin wan biqedînin.”

Îsa da xuyakirin ku êrîşa li dijî Kurdan li dijî YPG’ê, êrîşa li hemberî mirovahiyê ye û got, “Nebêjin Tirkiye û çeteyên El Qaîde yên ji Tirkiyê destekê distîne, dostê we ye. Ne diyar e ku vana wê sibê li hemberî kê komkujiyê bikin.”

Piştî axaftina Xalid Îsa, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê Estelle Le Joncourt jî da xuyakirin ku ew li cem gelê Rojava yê li dijî çeteyan li ber xwe didin û got, “Bijî berxwedana gelê Kurd.”

Nûnerê AKTÎT’ê jî komkujiya emperyalîst û nokerên wan a li Rojava şermezar kir û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e.

Mîtîng li dû axaftinan, bi dirûşme û tililiyan bi dawî bû.

Jêder ANHA