Li Qamişlo êrîş li ser xwepêşanderan

Li Qamişlo êrîş li ser xwepêşanderan

Li gorî nûçeya ku di nûçegeha taybet ya rojava KURDWATCH de hatî nivîsîn, tê derbirîn ku li Qamişlo ji bo rewşa Amudê xwepêşandan pêk hatine û ji aliyê PYD ve êrîş û pelamar li ser van xwepêşandana hatiye pêkanîn. Dirêjiya nûçeyê weha ye.

5ê tîrmeha (July) 2013ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 22heta 28ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 28ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »şoreş gur dibe û rikebir bêkêre« de derketin ser kolanan. Li Qamişloyê du xwenîşandanên li dijî PYD derketin, ku di wan de cezakirina berpirsyarên kuştinên Amûdê yên 27ê hizêranê hat xwestin. Xwenîşandana taxa Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) ji aliyê bi dehan endamên çekdar yên PYD hat êrîşkirin, wan ber bi ezmanan ve fîşek teqandin û bafil û alavên mûzîkê şikandin. Herweha wan dest danîne ser erebeya ku alavên mûzîkê barkiribû û ew bi xwe re birin. Roja dî xwedîyê erebeyê, ew bi ziyaneke giştî dîsa wergirit. Xwenîşandan piştî êrîşan hat bidawî kirin. Xwenîşandana diwan ya li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) bi aştiyane bi rêve çû. Ji ber rewşa aloz ya li bajarên kurdî yên dî ti xwenîşandan li darneketin.

Kurdwatch