Li Rojava cejnê pîroz nakin

Li Rojava cejnê pîroz nakin

Gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê cejna remezana îsal pîroz nakin. Ji ber êrîş û komkujiyên ku di serî de li Til Ebyed, Girkê Legê û gundên Kurdan yên li derdora Serêkaniyê, Helebê, Efrîn û Kobanê yên li dijî gelê Kurd ev biryar hatiye girtin.

Çekdarên Eniya El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Şamê yên ser bi El Qaîdeyê de ne, di roja heştemîn ya Remezanê de êrîşê Serêkaniyê kirin. Ji wê rojê û pêve, an ku ji roja 16’ê Tîrmehê û pêve li gelek qadan di navbera YPG, Cebhed Ekrad û çekdarên En Nusra, Dewleta Îsalamî ya Îraq û Şamê şer û pevçûnên dijwar rûdan. Çekdarên ser bi El Qaîdê êrîşê Til Ebyed, Girkê Legê, Tîl Hasil û Til Aran, Tirbespiyê, gundên Efrîn û Kobanê kirin û malên Kurdan şewitandin, talan kirin. Li van herêman gelek mirovên medenî hatin dîl girtin û revandin. Der barê mirovên hatine dîlgirtin de nûçeyên xemgîn hatin weşandin.

Di destpêka rojên pevçûnan de YPG’ê emîrê El Qaîdê yê eslê xwe Çeçen Ebu Mûsab dîl girt û di berdêla emîrê El Qaîde de ev kesên dîl hatin serbest berdan. Hate gotin ku hêşta jî 200 kesên medenî li nexweşxaneya taybet ya Rakka dîl tên ragirtin.

Di encama van şer û pevçûnan de heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî hêşta di destê komên El Qaîdê de ne. Jiyana kesên medenî di bin xeteriyê de ye. Televizyona Îranê di nûçeyeke xwe de ragehand ku 450 mirovên medenî yên di destê komên çekdar yên îsalmî de bi awayek hovane hatine qetil kirin. Televizyonê ev bûyer şibande Enfala li dijî gelê Kurd. Di çapemeniya cîhanê de jî êrîşên li dijî gelê Kurd cihekl berfereh girt û rastê kardaneweyek tund hat. Lê belê ji bo pêşî girtina van êrîşan çi gavek nehatiye avêtin. Şer û pevçûnên li Rojava hêşta jî bi dijwarî berdewam dikin. Ji lewra gelê Rojavayê Kurdistanê remezanek bi êş û îşkence derbaz kir. Cejna remezanê jî di bin siya van komkujî û pevçûnên bi xwîn de dihête pêşwazî kirin.

Piştgiriya Kurdistaniyan ya ji bo Rojava jî dereng nema. Di medyaya Kurd de rojeva sereke rûdanên Rojava bûn. Li gelek bajarên Bakûr û Başûrê Kurdistanê, her weha li gelek welatên ku Kurd lê dijîn, meş û xwepêşandanên şermezarkirinê pêk hatin. Li Bakûrê Kurdistanê gelê Kurd li ser sînorê Rojava, li navçeya Serêkaniya serxetê çalekiyek mezin pêk anîn û bal kêşandin ser rûdanên Rojava û alîkariya Tirkiyê ya ji van komên çekdar ên El Qaîdê.

Di vê qonaxê de bi belgeyan hate aşkere kirin ku alîkariya van komên çekdar yên îslamî bi ser rêya Tirkiyê digehe Suriyê. Piraniya çekdarên El Nusra ji welatên cuda digehin Tirkiyê û ji vir derbasî Suriyê dibin. Her weha biryara êrîşan li bajarê Dîlokê di civînekê El Qaîdê de hatiye wergirtin. Rayadarên hikumeta Tirkiyê der barê van îdîayan de ti daxuyaniyek nedan û li hember komkujiya li Rojava bê deng ma, çavê xwe girt.

Sazî û rêxistinên Kurdan û her weha siyasetmedarên ji welatên cuda yên dewletan jî bal kêşandin ser komkujiya li dijî gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê. Serok komarê berê yê Îranê Mahmûd Ehmedînejad ku ew jî weke qatilekê gelê Kurd dihête nas kirin diyar kir ku ev komên çekdar yên îslamî yên tundrew belayê serê gelên li Suriyê ne. Di bin navê çûna biheştê komek mirovên ehmeq hatine xapandin û ev kes diçin xwe dikujin, bi navê cîhadê êrîşê mirovên medenî dikin. Serok wezîrê Îraqê îraqê Nurî Malîkî jî got ku kir ku komên terorîst yên aramiya Îraqê têk didin êrîşê Kurdên Rojava dikin û ji ber vê xemgîniya xwe diyar kir. Helwesta herî zelal Rusyayê nîşanda. Wezareta karên derve yê Rusyayê bi daxuyaniyên cuda balkêşa ser êrîşên li dijî gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê û ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku helwestekê bistîne. Rusyayê xwest ku arîşeyên li Suriyê bi rêya dîyalogê bihêne çareser kirin, civîna Cenevreyê pêk bihêt û nûnerên Kurdan jî bihêne vexwendin.

Niha çav li rêye ku Neteweyên Yekbûyî li Rojavayê Kurdistanê der barê komkujiyan de komîsyonekê ava bike û lêkolînan pêk bihîne.

Di qonaxek wesa de Kongreya Netewî ya Kurd kete rojevê. Civînên amadekariya Kongreyê pêkhatin û roja Kongreyê jî hate diyar kirin. Eve xewna hemû Kurdan bû ku ji bo pêkhatina vê yekê, gava herî giring dihate avêtin. Yekitiya gelê Kurd ji bo çareseriya pirsa Kurd ya li seranserê Kurdistanê pêngava bingehîne.

Lê di qonaxek weha de, der barê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyên hêzên Kurd ku xizmetê ji yekîtiyê re nakin, mirovan nîgeran dike.  Hêviya her Kurdekê ewe ku hêz û nûnerên gelê Kurd bibin xudan helwestek yekgirtî û di vê cejna remezanê de êşa gelê Rojava parve bikin.

Wateya cejnê bîranîna biratî, aşitî, xweşbînî û bexteweriyê yê. Komên qaşo misliman di vê cejnê de jî êrîş û komkujiya xwe berdewam dikin. Gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê ji ber vê tabloya xemgîn û di bin siya êrîşan de cejnê pîroz nake.