Li Rojava Fakulteya Jîneolojiyê vebû

Edî dema pêşxistina zanista jin-jiyan-civakê ye.
Di nava dilê şoreşa Rojava şoreşa jinê de em JÎNEOLOJÎ yê pêş bixin. Zanista civakî bi pêşxistina jîneolojî wê cihê xwe bibine.
Di qada şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê de di binya Zanîngeh-cemaa Rojava de em kulliya Jîneolojî vedikin. Di Rojava –Bakûrê Sûriyê de li kêleka Şerê Rizgarî û berxwedaniya azadiya gelan em hewil didin di asta zanistî de jî berxwedanî û vîna xwe xurt bikin. Em hewil didin nirxên xwe yên şoreşê li ser kokên wê bi zanista jineolojî bidin rûnişkandin. Her wiha ev dibe parastina cewherî ya civakî jî. Dibe nefesek mezin ya zanînê ji bo civakê.
Ev nefesa nû ya zanistî wê rastiyên civakî-dîrokî derxe pêş û bi çanda dayikê re girêdayî li ser hevjiyana azad raweste. Zanista di tewereya jin de pêş bikeve dibe rastiya civaka rojhilata navîn. Dîrok- jiyan-civak bi zanîna jinê şekil girt û bi berhema jinê pêş ket. Ev rastiya jiyana jinê di têkiliya xwezaya jin-xwezaya civakî-xwezaya gerdûnê de veşartî ye. Li ser van xwezayan êrîş û dagirî dextên mezin hatin kirin. Ev zîhniyeta êrîş û helandinê berdewam dike. Li hemberî vê tekoşîna bi sanista jinê lazime. Bi awayeke lezgîn pergala jiyana jin -civakê ku bi karibe li ser kokên xwe ava bibe lazime. Ev jî bi pêşengiya Jîneolojî di her qada civakê de tê pêşxistin. Her qada jiyanê û keda jin dibe çavkaniya pêşxistina zanista jinê. Lê bi taybet di qada zanebûna rast, baş, xweşik ya etîk estetîk de, qada hevjiyana azad de ev lezgînî ji bo me jiyanî ye. Ji ber ku qada yekem ya bi zanistî were bidest girtin hevjiyana azad e, em jî hewil didin bi hevjiyanek rast, baş, xweşik vê xebata xwe saz bikin. Cardin bi çanda jin re girêdayî, aboriya ekolojîkj, zanista bi zanebûna demografik û tendurustî pêş bixin. Em armanc dikin ku civaka bi zanista dîrokî-civakî ya ehlaqî ku dikare xwe birêve bibe yanî civaka xwedî vîn ya siyasî-polîtîk re bibin bingehê zanistê. Ev civaka bêdewlete lê pir netewe. Her wiha ev dibe bingehê netewa demokratîk û jîneolojî dibe zanista netewa demokratîk.
Fakülte-kûlliye an jî xwendegeha me bi armanca azadiya jinê re girêdayî guhertin û veguhertina civaka ehlaqî-polîtîk pêk bîne dest bi xebata xwe dike. Ev xebata lîstasnsa jor ya akademik pêş amadekariyan mamsoteyan dike.
Her jina ku bekelorya an jî lîse qedandibe dikare serlêdan bike. Di heman demê de jinên xwe xwendin nivîsandina wan heye lê derfetê xwendinê nedîtine, bi daxwaza azadî-wekheviya civakê radibin, bi nirxên xwe girêdayîne, xwedî azwerî, bawerî û hêza lêkolîn, xwendin, şêwîrî, pêşxistina zanînê ne dikarin serîlêdan bikin. Jinên di qada aborî, çandî, hunerî, tendurustî, polîtîk, dîroka xwe de dixwazin kûr bibin, bihêz bibin û hêzê bidin civaka xwe dikarin serîlêdan bikin. Em bi hêvîne ku her jina bibêje ez ji bo parastina dîroka xwe, çanda xwe, hebûna xwe, azadiya xwe, nirxên xwe heme serîlêdana kulliya Jîneolojî bike û mafê xwendina xwe bigire. Her wiha bi Jîneolojî em ê bigihêjin pergala jin ya azadîxwaziya civakî û pergala xwe ya dadê, navendên lêkolîna, etîmolojiya xwe ya jinîtî yê.
Cihê serîlêdanê : Cema-zanîngeha Rojava desteya rêveber a jîneolojî
Dîroka serîlêdanê : ji 6 ê eylûlê û pêde
Silav û rêz licna amadekar ya Kûlliya Jîneolojî-Rojava
BERNAMA KULLIYÊ YA DU SALAN
BERNAMEYA FAKÜLTEYA JİNEOLOJİ YA ZANİNGEHA ROJAVA
NAVÊ FAKÛLTEYÊ: FAKÛLTE –KÛLLIYA JÎNEOLOJÎ
ARMANCA FAKÛLTE-KÛLLIYE YÊ: Di Bakûrê Sûriyê-Rojava de bi azadiya jinê re girêdayî xebatên zanista civakî ku bibe çavkaniya guhertin û veguhertinên civakî pêşxistin. Ji bo vê Dîroka jin ya rojhilata navîn lêkolîn kirin, pergala aboriya komûnal ya girêdayî keda jinê pêşxistin, bi nêrîna jin re girêdayî polîtîkayên îhsa-nufûsê plansazkirin, bi nêrîna jin polîtîka kirin, li ser bingeha hevpeymana jin ya civakî pergala edaleta jin pêşxistin, di destpêkê de qadên huner, wêje, felsefe di gelek qadan de nêzîkatiya etîk-estetîk ya bi azadî, demokrasi, çandî, ekolojik re girêdayî pêşxistin û bi kombûna van xalan re pêşxistina xebatên akademik hedefkirin.
Dema Xwendinê: 2 sal perwerdeya bilind –lîsans
Bernameya Perwerda Fakûlteyê
DEMA 1
Çerçewa Têgeh û Teorîyê (2)
Çand, ziman, şaristanî, sulta, rêveberî, polîtîka, ehlaq, huqûq, demokrasi, aborî, bişavtin, qirkirin, têgehên jinan, (baviksalarîbûn, zanistperestî, cînseltî, cîns, şiddet, destavêtin…)
Derbasbûna Jîneolojî(4)
Têgeha Jîneolojî
Di aliyê etîmolojîk de vekirina peyvên Jin, jiyan, xweza yê. Jîneolojî wek jin, jiyan û zanista hevjiyanê penasekirin.
Di gîhana wateya jiyanê de rista zanistê çiye, li ser têgehên zanist, paradigma-îdeolojî seknandin
Penasekirina pêwîstiyên jîneolojî
Ji bo gîhandina wateya jiyanê, sirrê jiyanê
Ji bo tekoşîna li hemberî zanista cînsiyetperest
Dîroka Azadiya JIN (2)
Penasekirina kevneşopiya berxwedana jin
Komên jinan, fîgurên mitolojik, keybanû, di olan de jin
Di şoreşa Frensa de jin, di komuna Parîs de, di şoreşa Çîn, Rus, Kûba de jin û tevgerên jin yên Îspanya, Latîn Emerîqa
Sufrajet
Tevgerên Femînîst
Dîrok (2)
Nêzîkatiya ji dîrokê re. Dîroka Civakî, dîroka şaristaniya demokratîk
Şaristaniya Navendî
Sosyolojiya Azadiyê (2)
Azadkirina cînsiyetperestiya civakî(2)
Penasekirina cînsiyetperestiya civakî
Şikandiya yekem û duyem ya cînsî
Analîza cînsiyetperestiyê ya ku bûye wek bîrdoziya desthilatdariyê
Xwezaya jin û rêbaz, rejîma heqîqetê ya bi rastiya jin (4)
Di mîtolojî, ol, zanist, felsefe de penasekirina jin û kuantum
Etik-estetik (2)
Dersa zimanê kurdî (2)
Rêbazên lêkolînê (2)
Perwerdeya kompîtur (2)
Bi giştî : 26 seat
DEMA 2
Çerçeveya têgeh û teorîyê (2)
1-Desthilatiya hegemonîk ya navendî
2- Sulta û rêveberiya Demokratîk
3-Netewa Demokratik
4-Sosyalizm û Kapitalizm
5-Hevjiyana Azad
Derbasbûna Jîneolojî(4)
Wek zanista hevjiyana azad Jîneolojî
Wek pêwîstiya Şoreşa Jin ya zanista civakî Jîneolojî
Dîroka Azadiya Jin (2)
Tevgerên Jin yên Rojhilata Navîn
Jinên di dîroka Kurdîstanê de
Sosyolojiya Azadiyê(2)
Dîrok (2)
Şaristaniya Kapîtalîst
Azadkirina Cînsiyetperestiya civakî (2)
Balixbûn, zewac û malbat
Polîtîkayên li ser bedenê
Cinseltî
Xwezaya jin û rêbaz, rejîma heqîqetê ya bi rastiya jin (2)
Mitoloji, din, bilim, felsefe’de kadının tanımlanması, kuantum
Perwerda kurdî(2)
Aborî (2)
Etik-estetik (2)
Demografya (2)
Perwerda zimanê kurdî (2)
Üslup-xitabet (2)
Bi giştî : 28 seat
Dema 1
Xwezaya jin û rêbaz, rejîma heqîqetê ya bi rastiya jin (2)
Azadkirina Cînsiyetperestiya Civakî (2)
Şikandina sêyem ya cînsî li dijberî zilam pêkanîn
Politika (2)
Aborî (2)
Etik-estetik (2)
Demografya (2)
Perwerde (2)
Tendurustî (2)
Ekoloji (2)
Sosyolojiya Azadiyê (2)
Medya-ragihandin (nivîsandina meqaleyan, amadekariyan tez, dosya-melef, lêkolîn, reklam, teks) (2)
Dîrok (2)
Dîroka rojhilata navîn
Dîroka Azadiya Jîn(4)
Dîroka azadiya Jin a Kurdîstan
Bi giştî: 28 seat
DEMA 2
Projeya veguhertina zilam (2)
Bîrdoziya rizgariya jin (2)
Teorîya femînîst (2)
Sosyolojiya OL(perspektîfa azadiya jin di olan de) (4)
Sosyolojiya eşq-evîniyê (2)
Rêbazên lêkolînê (2)
Pedagoji (2)
Psikoloji (2)
Arkeoloji (2)
Etimoloji (2)
Amûrên tıbba xwezayî (çêkirina dermanê xwezayî û rêbazên dermankirinê)(4)
Bi giştî: 26 seat
DEMA 3
Şoreşa jin-Ceribandina Rojava (4)
Hevpeymana civakî ya jin, edaleta civakî ya bi çavkaniya jin (4)
Aboriya komûnal ya bi keda jin re girêdayî, kooperatif û komûnên jinan (2)
Rêxistinên xweparastina jin û rêbazên xwe parastinê (4)
Avakirina qadên jiyana jinan (bajarên jinan, gundê jinan yên dîrokî û rojane) (4)
Dîplomasiya jin (2)
Hevserokatî û nûneriya wekhev (2)
Di rojhilata navîn de hunera jin (2)
Bi giştî: 26 seat
DEMA 4
Staj
DESTEYA RÊVEBIR A KULLIYA ROJAVA