Li Rojava pevçûn dijwar dibin û Bereya Îslamî El Nusra bi dehan Kurdên medenî destgîr kir.

Li Rojava pevçûn dijwar dibin û Bereya Îslamî El Nusra bi dehan Kurdên medenî destgîr kir.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, piştî êrîşên komên çete yên Cebhed El Nusra li taxên Kurdan û di encama bersivdayîna Cephet El- Ekrad ji dehan zêdetir endamê komên çete yê Cephed El Nusra hatine kuştin, gelek birîndar bûn. Nûçegiyanê ANHA yê li Til Ebiyad  ragiyand ku piştî komên çete yên Cebhed El Nusra êrîşî taxên Kurdan kirin û dinav beran wan û Cephet El- Ekrad şerên dijwar qewimîn, niha dest bi revandina welatiyên sivîl yên Kurd kiriye û bi dehan kes revandiye.

Çavkaniyekî cihê baweriyê  diyar kir ku, berî du rojan çar wesayîtên çekê giran barkirî ji deriyê sînor yê Tirkiyeyê derbazî Til Ebiyad bûye û gihiştiye destê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam ku Cebhet Nusra jî wek beşê wê ye. Hate zanîn ku, niha Cebhet Nusra bendê kontrolê danîne.

Hate diyarkirin ku li Til Ebiyadê, 4 endamê Cebhet El Nusra dema dixwestin dibistana gundê Yaebsê yê 3 km dikeve Rojavaya Til Ebiyad bi teqînin ji aliyê hêzên ewlehiya gund hatine girtin. Agahiyên gihiştine dest, tê diyar kirin yek ji wan Emîr Giştiyê Cebhet El Nusra yê Til Ebiyad jî di nava wan kesan de ye.

Piştî komên nêzîkî Cebhet El Nusra derdorê Mala Gel a li Til Ebiyad girtin û xwestin bê girtin, alozî li bajêr rû dabû û ji bo çareser kirinê nûnerên gelê Kurd li Rojava bi rêveberên Ehrar El-Şam ku niha bi Cebhet El Nusra re tevdigere re hevdîtin pêk anîn. Hate zanîn hevdîtin bê encam bidawî bûne.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, li Til Ebiyadê koma çete Cebhet El Nusra ku bi çekên giran êrîşî taxên Kurdan kir, niha jî di navbera Cebhet El Ekrat û Cebhet El Nusra de pevçûnên dijwar rû didin. Di derbarê windahiyên can û birîndaran de heya niha agahî nehatine girtin.

ji aliyê din ve bi merasimekê 10 şervanên YPG’ê ku di şerê Çelaxa û Girkê Legê li jiyana xwe ji dest dan li bajarê Dêrikê bi beşdariya hezaran kesî ku ji hemû pêkhateyên herêmê hate lidarxistin.

Îro di demjimêrên piştî nîvro de bi hezaran gelê ji hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan pêktê ji bo  şervana YPJ᾿ê Şîlan Cûdî, şervanê YPG’ê Goran Dêrik Rêber Salih, Baran Koçer, Rêbaz, Mezlûm Dêrik, Xebat Dêrik, Ciwan Efrîn, Demhat Çilaxa û Murad Qamişlo ku jiyana xwe jidest dabûn, li ber nexweşxaneya bajarê Dêrikê kombûn. Cenazeyên 10 şervanê Yekîneyên Parastinê ên Jin (YPJ)’ê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê ji nexweşxanê cenazeyên hatin derxistin û bi karwanekî wesayîtan ber bi meydana Azadî ya Dêrikê ve birêkirin.

Dema derxistina cenazeyan dayîkên Kurd lorik û strananê li ser şehîdan digotin, birinc û gul li ser cenazeyan reşandin. Her wiha merasimek leşkerî ji aliyê YPJ’ê ve hatin hate lidarxistin.

Karwanên cenazeyên şervanên YPG᾿ê li ber nexweşxaneyê bi karwanekî wesayîtan û hate birêkirin û li pişt jî bi hezaran kes bi meşê dimeşiyan. Di nîvê rê de ciwanan cenaze ji wesayîtan daxistin û li ser milên ber bi Meydana Azadî ve birin. Girseya qelebalix bê navber siloganên “Bimire îxanet, Bijî berxwedana YPG, Bijî berxwedana YPJ û Şehîd namirin” qîrkirin. Her wiha pankartên li ser nivîsîbûn “Em berxwedana YPG û YPJ silav dikin, Em êrîşên komên çekdar şermezar dikin, Em bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG û YPJ û şehîdan ditewînin” vekirin.Girse heta Meydana Azadî meşiyan.

Li vir merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Heso, Endama Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê, Endamê Komîteya Oldaran Şêx Mesûm, Qeşêyê Xiristiyanên li Dêrkê axivîn. Di axaftinana de hate gotin ku, gelê herêmê bi hev re di nav aşîtî û biratiyê de jiyan dike, her wiha berxwedana YPG᾿ê ku li dijî komên çekdar hate silavkirin.

Merasim bi xwendina sicîlên şervanê YPG᾿ê dom kir û belgeya şehadetê radestî malbatan hate kirin. Piştî cenazeyê şervanên YPG᾿ê bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hate birêkirin û ji aliyê sedan endamên Asayîşên ên ku ji destpêka merasmê heta dawiya merasima gel diparastin hatin defin kirin.

Navê 10 şervanê YPG᾿ê ev in:

Rêber Salih, Baran Koçer, Rêbaz, Mazlûm Dêrik, Xebat Dêrik ên ku duh li gundê Siwêdîkê jiyana xwe ji dest dane û Ciwan Efrîn, Demhat Çilaxa, Goran Dêrik, Şîlan Cûdî, Murad Qamişlo yên ku di 17᾿ê Tîrmehê de li Çelaxa jiyana xwe ji dest dane.

Jêder ANF