Li Rojava rêveberiya demkî ava dibe

Li Rojava rêveberiya demkî ava dibe

 

Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê xebatên avakirina rêveberiya demkî berdewam dikin. Di vê bareyê de Aldar Xelîl diyar kir ku Encûmena Gel ya Rojava û Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Suriyê li hev hatine ku rêveberiya demkî ava bikin.

Li gor nûçeya DIHA yê Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kiriye ku Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser rêveberiya demkî li Rojava li hev kirine.

Nûçe dibêje EGRK û ENKS ji duh ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa Rojava û avakirina rêveberiyek demkî li wî beşê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin.

Derheqê encamên civîna her du encumenan de endamê desteya rêveberiya TEV-DEMê Aldar Xelîl ji DÎHAyê re ragihandiye ku her du encumenên Rojava heta dema hilbijartinan, li ser avakirina rêveberiyek demkî li hev hatine.

Xelîl diyar kir ku tu partiyeke Rojava bi zorê tevlî vê rêveberiya demkî nayê kirin her wiha partiyên ku naxwazin tevlî bibin, dikarin tevlî nebin. Aldar Xelîl weha gotiye: “Heta niha tu partiyeke endamê ENKSê negotiye ku naxwaze beşdarî vê rêveberiya demkî bibe û bi vî awayî hemû partiyan li ser vê mijarê li hev kirine.”

Xelîl destnîşan kiriye ku rêveberiya demkî ya rojavayê Kurdistanê tenê ji Kurdan pêk nayê ji ber ku ji bilî Kurdan, gelên Asûrî, Suryanî, Keldanî û Xirîstiyan (mesîhî) jî li Rojavayê Kurdistanê dijîn, heger ew bixwazin dikarin tevlî rêveberiyê bibin.