Li Rojava Rêveberiya Demkî hat ragehandin

Li Rojava Rêveberiya Demkî hat ragehandin

Di civîna ji bo rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê de ku bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Çeçen û Xiristiyanan hat lidarxistin, rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin. Li gor vê projeyê Rojavayê Kurdistanê ji 3 herêmên xweser pêk tê û dê ev rêveberî amadekariyên qanûn û hilbijartinan bike.

Civîna ji bo rêvberiya demkî ku 2 roj berê li bajarê Qamişlo destpê kiribû û piştî navbera 2 rojan îro dîsa berdewam kir, bi dawî bû. Civîna ku li Salona Rewabî hat lidarxistin nêzîka 3 saetan dom kir. Di encama nîqaş û nirxandinên li ser projeya rêveberiya herêmî de ku PYD’ê pêşkêş kiribû, Meclîsa Avakirina Giştî ya Rojava hat avakirin. Meclîs ji 82 endamên ji nûnerên Kurd, Ereb, Çeçen û Xiristiyanan pêk tê.

Derbarê biryarên hatine wergirtin de Endamê Dîwana Meclîsa hatiye avakirin Hakim Xelo agahî dan ANHA’yê û got: ’’Me li ser projeya PYD’ê herêmên Rojava wek 3 herêmên kanton xweser diyar kirine û ev herêm jî wek Efrîn, Kobanê û Cizîrê hatine destnîşankirin. Her herêmeke xweser wê meclîsa xwe ava bike û di meclîsa giştî de bê temsîlkirin.’’

Hekem Xelo diyar kir ku di bin banê Meclîsa Avakirina Giştî de jî Desteya Şopandina Pêkanîna Rêveberiya Demkî hatiye avakirin û ev deste ji 61 kesên ji Kurd, Ereb, Çeçen, Xiristiyanan pêk tê. Xelo got ku herwiha Komîteya Teng a Rêveberiya Meclîsa Avakirina Giştî ku ji 13 kesan pêk tê hatiye avakirin û ji van 13 kesan jî 2 nûnerên Efrînê, 2 yên Kobanê û 9 jî nûnerên herêma Cizîrê ne.

Xelo destnîşan kir ku rêveberiya wan, demkî ye û erka wê amadekirina zagona hilbijartinên herêmê, amadekariyên hilbijartinan û çêkirina qanûnan e. Xelo got ku ewê bi pirsgirêkên parastin, siyasî û aborî re jî mijûl bibin.