Li Rojava şer û pevçîn didomin û çeteyên El Qaide Kobanê dorpêş dikin.

Li Rojava şer û pevçîn didomin û çeteyên El Qaide Kobanê dorpêş dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûna di nevbera YPG û komên çekdar yên girêdayê El Qaide bêyî navber berdewam dikin. Komên çete Kurdên medenî direvînin. Hejmara kesên medenî yên hatine revandin bi sedanin û metirsiya komkujiyê heye. Li gor agehiyan li Til Ebyed, Girkê Legê pevçûnên dijwar rû didin. Ji aliyê din ve komên çete dorpêça li ser bajarê Kobanê teng dikin.

Hete gotin ku di nava du rojan de, di encama pevçûnên li herêma Serêkaniyê, Tirbespiyê, Til Ebyed û Girkê legê de 55 çekdarên komên çete hatine kuştin û 4 şervanên YPG jî jiyana xwe ji dest dane.

Hate gotin ku ji bilî revandina 350 Kurdên medenî komeke çekdar 3 otobusên rêwiyan li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de revandin û birin cehekî ne diyar. Dihête gotin ku di nava wesayitan de 20 kes hebûne.

Ji aliyê din ve endamê komîteya hevbeş a ENKS û EGRKê ya Muslim Mihemed diyar kir ku hevdîtinên wan di gel rayedarên artêşa azad bo nehîştina dorpêça ser bajarê Kobanê bêencam mane û got: “Ji me re gotin emê av û elektrîka bajêr jî qut bikin. Piştî ku artêşa azad a Sûriyê di nameyekê de ji ENKê re gotibû: “Em dujminê kurdan nîn in tenê kêşeya me bi PYDê re heye”, herêma Kobanî ya rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên PYDê ve tê kontrolkirin, dorpêç kiribû û heta niha jî dorpêç didome.

Her weha li Serêkaniyê tengaviya doktor û demanan peyda bû. Nexweşxaneya navçeyê ji ber çeteyên ser bi El Qaîdeyê hemû alavên tibbî û emeliyatê talan kirin, derfetên dermankirina nexweşan neman. Li navçeyê, ji ber qutbûna elektrîkê û çûyîna hin doktoran, di nava şert û mercên zehmet de nexweş tên dermankirin. Dr. Ciwan Mûstafa yê bi 4 doktoran re li nexweşxaneya seyyar wezîfeyê dike got ku tengaviya ji ber dermanan heye, ew hewl didin bi derfetên heyî xizmetê bide nexweşan û nexweşên giran jî dişînin Qamişloyê.