Li Rojhilat hêzên Îranê dîsan Kulberekî Kurd kuştin

Li Rojhilat hêzên Îranê dîsan Kulberekî Kurd kuştin

Di encama şêlika raste rast a hêzên çekdarên Îranê bo ser grûpeka kulberên Kurd ciwanekî Kurd hate kuştin. Ligor raporta saziya Hengaw ku taybet bi mafê mirovan li Kurdistan û Îranê ye, roja pêncşemê 22.06.2017\'ê kasibkarê Kurd yê bi navê Murad Erebî, kurê Tajdîn di encama teqeya rasterast a hêzên rejîma Komara Îslamiya Îranê di cîh de jiyana xwe li dest daye.
Mirad 32 salî û xelkê gundê Enbê ya girêdayî deşta Tirgewer a bajarê Urmiyê bû. Navbirî xêzandar û xwediyê sê zarokan bû.
Ev kasibkarê Kurd li Kend aloke ku dikeve ser sinorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hatiye kuştin.
Rojek berê jî kasibkarekî din yê xelkê Xanê(Pîranşehir) bi navê Mihemed Mesaêlî Ferd ji aliyê hêzên sersinor yên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû kuştin.

 

Dêrsim Oremar