Li Şengalê keçek û jinekê xwe kuştin

Li Şengalê keçek û jinekê xwe kuştin

Li Şengalê bûyereke diltezên rû da. Li gorî nûçeya pukmedia dihunê (24.01.2014)  keçeke Êzîdî ya 15 salî bi şev li mala xwe li gundê Til Qeseb ya ser bi Şengalê ve di mala xwe de xwe kuştiye û sedema kuştina xwe jî berî bimrê diyar kiriye ku arîşeyên civakî ne.
Li heman gundî dîsan li gorî nûçeyê hate diyarkirin ku jineke malê ya xwedî zarok jî agir berdaye laşê xwe û di encam de jiyana xwe jidest daye. Lê hate diyarkirin ku sedema vê xwekuştinê diyar nîne.