Li ser Kongreya Netewî ya Kurd gef hene

Li ser Kongreya Netewî ya Kurd gef hene

Çend nûnerên komîteya amadekar diyar dikin ku gef û hereşe li ser Kongreya Netewî ya Kurd hene û dibêjin, vê carê ev hewldanên gefxwar encamê nagrin, ji ber ku yekitiya Kurdan ji her demê bihêztire.

Piştî ku civîna yekem ya pêşiya Kongreya Netewî pêk hat û komîteyek amadekar hatin kirin helwesta welatên cîran dihate meraq kirin. Der barê vê yekê de çend kesayetên beşdarê kongreyê û kesayetên komîteya amadekar ya kongreyê dibêjin welatên derdor hewl didin destkariya kongrê bikin, bi rêya hind aliyan kongrê ji nav bibin. Eve jî gefeke li ser yekîtiya gelê Kurd.

Endamê serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistana Rojhilat Heme Salih Qadirî diyar kir ku bi taybet Îran naxwaze ev kongre pêk bihêt û ji lewra bi rêya hind aliyan hewl dide boykotê bike da kongre negehe armanca xwe. Qadirî dibêje: ’Her pêngavekê ku xizmeta azadî û yekitiya Kurdan dike ne bi dilê Komara Îslamî ya Îranê ye. Ji ber vê hewl dide ku vê konreyê jî têk bibe’.

Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr Fayiq Gulpî jî dide zanîn ku welatên dagirker navên kongreya netewî bi serkeftî be û dibêje: ’Bi tevê ku rewşa wê ne başe jî dîsa jî Îraq aşkera dijberiya kongreyê dike. Her weha Tirkiye di gel Kurdên Bakûr hevdîtinan dike, pêwendiyên wê yên li gel herêma Kurdistanê jî başin. Lê ew jî gefên sergirtî dixwe. Fişara siyasî û aborî dide pêş’. Gulpî diyar dike ku heger ev kongre serkeftî be û Kurd bikarin stratejiyek hevbeş diyar bikin wê demê çi nirxek va gef û hereşeyan jî namîne. Ji ber ku di navçeyê de niha gelê Kurd bihêze û rewşa van welatan jî ji her demê zêdetir aloze.

Rewanbej.net