Li ser rastnivîsa Kurdî – 1 | Zanyar Derin

Li ser rastnivîsa Kurdî – 1 | Zanyar Derin

Pîştî xwendinên bi kurdî mîn kir û dikim,  tişta herî pirr bala min kişand; dûpaşên lêker û daçekên zimanê kurdî bûn.
Ji bo rastnivîsa ziman, divê   berî hertiştî, yanê berî meriv bizanibe çawa tê nivîsîn, pêwîste merîv bizanibe `çima werre tê nivîsîn.`  yanê divê meriv bala xwe hinek bide etîmolojiya ziman.

Lewma di vê nivîsê de, ezê li ser, derbarê ziman de,  pirsgirêkên bala min kişandibûn bi sekinim.
Mixabin, ez li ser  “çawabûna wan zêdetir,  çimabûna wan disekinim.

Daçek:  “bi, di, li, ji, jî”      bi… re,   di… de,   ji… ve
Bi hev re,   
Di hev de,  
Li ser hev,
Ji der ve,  (hatim)
Ez jî, tu jî, ew jî…

Dixwazim  van danîşandinan bi mînakan dîdar bikim:
“Ez bi Rênas re hatim.” 
“Ez di gerdûne yê (erebê) de hatim.” 
“Ez li hespê hatim.” 

Wek em nikarin bejin: “ez li Rênas hatim” herwaha em nikarin bêjin: “ ez bi hespê hatim, yan jî ez di hespê hatim.”

Dûpaşên lêkeran : “bi, di,”
Ez  di bêjim.
Tu bi bêje.

“Divê, dûpaşên lêkeran: “ bi, di” û  Daçekên: “bi, di” nehên linavhevketin.”
Bi  hev re,
Di nav hev de,

Kîpên kurdî  (contraction)
Kîpê piştnav pirsîn, (pronom înterogatîf ) : “kî,  kê, kîjan.
Wek tê zanîn,  Mîr Celadet Bedîrxan jî nîşan dike, dî kurdî de “Kîp” yanê bî tirkî “büzüşme”   pirrin.  Gellek daçek û dûpaşên lêkeran jî kîp bûne. 

Em gava dibêjin: kî hat, kî  çû? Ev pîrsek bê tuwance (bê îma) ye.
Kê got? Yekî tiştek gotîye, em dîxwazin bi zanibin; yê gotîye kî ye,
Kê= Kî yê,  di vir de “î y” rabûye, -kî yê- got, bûye  “Kê”  kê got?
Kê got= kî-yê got,  yanê; ewê got kîye.

Kîjan: hinek kes “kîja”  hinek   kêja û kêjan dinivîsin.
Rastîya vê pronavê “kîjan”e.  îcar em mêzekin. Çawa, çima?
Kîjan= kî-ji-wan,  yenê  -kî-ji-wan- kîp bûye.
Ev pirs ji bo melodîya deng bûye  “kîjan” ji peyvê “i,w” rabûye pirs bûye  -kîjan-
em gava dibêjin “kîjan tê?” em dixwazin bêjin: “ ji wan kî tê, kî ji wan tê?”
Kîjan tê= kî-jî-wan tê.
herwaha dîxwazîm tiştek din jî kin bêjîm:  lêkera “hatîn”  di tevangê de dibe: “ez têm” 
(ez têm= ez di-hêm,  ez terim= ez di-herim,  ew dere= ew di-here”
koka lêkerê –herîn-  e.
Ezê carek din li ser vê mîjarê bisekinim.  Ji ber ku, bi gorî min pêwîste ev lêker, (ez t`herim, yan jî,  ez d`herim.) were nivîsîn. H  nahê xwendin.
Ez gava dibêjim “ nahê” lêker: “ hatin” e.  (nay xwendin an nahê xwendin)

Kîpê Rengpîşe: “ pê, lê, jê, tê,”
Ev rengpîşe hemmû  kîpin yanê (contraction)
Bi mînak:
B bûye p,    I, w rabûye, peyv bûye:   “pê” herwaha rengpîşeyên din jî…
Min pê gîrt= min bi-wê girt,
Ez lê swar bûm= ez li-wê swar bûm,
Min jê re got= min ji-wê re got,
Min tê de dît= mîn di-wê de dît,

Rengpîşeyek din jî: “êdî, îdî” ye. Hemmû kes êdî dinivîsin, ev şaşe.
Ev rengpîşe ji: “ î-dî” çêbûye. `Îdî` yanê ` ji vir pêşve,  ji vê demê şûnde.
Dî, din, bi gorî deveran cûda cûda  tên bikaranîn. Hinek dever dibêjin: `yekî dî` hinek dever dibejin `yekî din`  wek tê zanîn di kurdî de `î` tê wate ya `ev`.  Bi tîrkî `bu`
Wek: îşev, îro, îcar, îsal, îdem, îdî,
Rastnivîsa wê  `îdî` ye, yanê  `ji vir pêve`

Rengpîşe ya:  (xêncî, xêynî, xênjî, xên ji) her  nivîskarek bi awayek dinivîse.
Rasnivîsa wê: `xên ji` ye.   Çima?
Ji ber ku em dîbejin:
“Xên ji min herkes hatîye, yane ji min bêtir herkes hatîye”
Xên ji te herkes li vire, xên ji wî herkes çû.
Xênji, kîpa (contractîon) xên-ji ye.

Rojevakurd