Li Şirnexê ji ber doza namusê kesek di nîvê kolanê de hate kuştin

Li Şirnexê ji ber doza namusê kesek di nîvê kolanê de hate kuştin

Kesê bi navê H.F. yê 47 salî bi boneya ku bi zorê li gel keça wî ketiye peywendiya rigezî de Salih Tunç ê 29 salî di nîvê rêkê de kuşt.
Li gorî nûçeyê Salih Tunç ji ber peywendiya bi zorê ya rigezî li gel keçikeke 17 salî T.F., ji aliyê dadgehê ve bê girtin dihate darezandin. Salih Tunç îro dema ku ji bo runiştina dadgehê di kolanê ve diçû ji aliyê bavê keçikê ve hate kuştin. Bavê keçikê H.F. piştî ku bi dermançê li Salih Tunç xist ji kesên derûdor re jî got ku karê xwe ji wî newênin eve doza namusê ye. Salih Tunç piştî lêdana bi çekê birîndar bo nexweşxana Şirnexe hate rakirin li wira jî jiyana xwe jidest da. Li gorî dîmenên kamerayên komarê nasnameya kuştdar aşkere bû û di encama lêgerîna polêsan de kuştdar H.F. hate girtin.
Keçika ku sala bihurî bûbû armanca êrîşa rigezî di bin çavdêriya komarê de li mala parestina jiyande dimîne.

 

rewanbej.net