Li Stembolê mirovan xwe kirin xeleka aşitiyê

Li Stembolê mirovan xwe kirin xeleka aşitiyê

Bi boneya 1’ê îlonê roja aşitiya cîhanê li gelek deverên bajarê Stembolê bi diruşma ’Ji bo aşitiyê dest bidin hev’ xeleka aşitiyê hate avakirin.

Ji bo pîrozbahên ahenga 1’ê Îlonê roja aşitiya cîhanê li gelek deverên bajarê Stembola Tirkiyê çalakî hatine lidarxistin. Li navçeyên Beşîktaş, Beyoglu, EMînonû û Kartalê û li nav taxên cûda ji bo aşitiyê xeleka ji mirovan hate avakirin. Ahenga li Taksîmê jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Li navçeya Bêşîktaşê jî bi hezaran kes civiyan û ji bo kesên ku di çalakiya Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz girtin. Girseyê li vê derê daxuyaniyek da û ragehand ew Roboskî û Reyhanlî ji bîr nakin. Tiştên li Rojava û Tehrîrê rû didin, dibînin.

Girseya li Bêşîktaşê xwest bimeşe lê polîsan destûr nedan.

Bi sedan kes jî li Tophaneyê kombûn û ber bi Emînonuyê ve meşiyan. Girseyê stranên aşitiyê jenîn û ji bo aşitiyê daxwaza yekîtiyê kirin. Girse piştî hingî ji bo bigehe çalakvanên Bêşîktaşê ber bi vê navçeyê ve kete rê.

Çalakiyên ahenga 1’ê Îlonê berdewam dikin.