Li dijî operasyonê Operasyon! 5 berpirsên emniyetê ji kar hatin dûrxistin

Li dijî operasyonê Operasyon! 5 berpirsên emniyetê ji kar hatin dûrxistin

Tirkiye bi operasyonên dijber yên AKP û Cemaeta Gulen diheje. Eve du rojin li dijî hev oparasyonan dikin. Îro jî li dijî berpirsên emniyetê yên ku oparasyona doh pêkanîne operasyonek pêk hat û 5 berpirs ji kar hatin dûrxistin..

Nakokiya di navbera hikûmeta  AKP’ê û Cemaate Fetullah Gulen bi operasyonên dijberê hev de kur dibe. Piştî ku di operasyona Gendelî û Bertîl de li Stembol û Enqerê 52 kes hatin girtin, îro jî  operasyonekê li dijî emniyetê destpê kir. Di vê operasyonê de 5 mudurên Şaxên girêdayî Muduriyeta Ewlehiyê a Stenbolê ji erk hatin girtin ku hindek ji wan berpirsê operasyona dohu ne.

Berpirsên ku ji erk hatine girtin ev in: Mudûrê Şaxê Maliyê Yakub Saygili, Mudûrê Şaxê Qaçakciyê Tugrul Turhal, Mudûrê Şaxê Organîzeyê Nazmî Ardiç, Mudûrê Şaxê Têkoşîna bi Terorê re Omer Kose û Mudûrê Şaxê Asayîşê Ertan Erçikti ne.

Her weha bi lez û bez kesên nû anîne ser wezîfeya her 5 berpirsên ku ji kar hatine dûrxistin. Her weha du dozgerên nû ji bo operasyona li dijî gendelî û bertîl hatin erkdar kirin û balkêşe ku dozgeran diyar kirin ku divê girtî zû bêne lêpirsînkirin da ku mexdûr nebin.